Zarokatiya li ser erebaneya gelaş winda bûye!

Li ser erebaneya ku gilêş, kaxez, lasîtk dane ber hev û zarokek keç… hêvî ji çavan dibiriqe.. Zarokek ku bavê wê di şer de hatî kuştin û zarokatiya wê jî di nava erebaneya gelaş de….

Ahmet Senûr ê li Sûriyeyê di şer de kur û hevjîna xwe winda kirî û berê xwe dayî Tirkiyeyê, li gel emanetê kurê xwe li gel 5 nevî û bûka xwe li Îzmîrê dijîn. Neviyê wê yê li ser erebaneya gelaş rûniştî, weke ku li cihekî pir xwe rûniştî, li gel bûka xwe kolan kolan digerin, kaxez û lastîkan berhev dikin.

Bapîrê Ehmed hinek deman bi rûyê dilmanyîna ciwanên ku li derdor lê dinêre re rû bi rû dimîne û hinek car jî neçarî gotinên ‘Çi karê wan zarokan li nava gelaş heye?’ bi mirovên nemerd re rû bi rû dimîne.

TIŞTÊN WÎ YÊN HERÎ BAŞ DI ŞER DE WINDA BÛN!

Bapîr Ehmed bibîr xist ku tişta herî pê diêşe ew e ku her demê ji ber şer direve, tu kesê wî nîne ku zaroka li gel bihêle ye û wiha got: “Ez ji vê rewşa ku neviyê xwe li ser erebaneya gelaş gerandinê kêfxweş nînim. Ez jî dixwazin siberojekî xwe ji bo van zarokan hebe.Mixabin şereke heye û her tiştê me yê bi qedir û qîmet di vî şerî de tine bûn.”

KUR Û HEVJÎNÊ WÎ DI ŞER DE MIRINE

Dema ku qala şer dihate kirin di rûyê wî de êşkeke pirgiran û xemgînî û rondik ji çavan dibarî û wiha pêde çû: “ Di şer de kur û hevjînê min hate kuştin. Min karî neviyên xwe rizgar bikim.”

NIHA REWŞ WIHA YE, PLANSAIYA SIBEROJÊ NÎNE…

Ehmed destnîşan kir ku bi pereyê qezenç dike tenê dikarin zikê xwe têr bike û got: “Gelek li kar geriyam, lê kar bi destê min ket. Dibêjin tu kal e, nikarî kar bikî. Min jî biryara karekî wiha bikim da. Niha wiha kar dikim, sibe çi bibe nizanim.”