Zadên bifikar li Girtîgeha Tekîrdagê ne

Zadên bifikar li Girtîgeha Tekîrdagê ne

Parlementera BDP’ê Pervîn Bûldan li ser îdîaya girtiyekê li Girtîgeha Tekîrdagê ku hinek zadên ji aliyê Wezareta Çandinî û Lawirvaniyê ve bifikar hatine dîtin û hatine qedexekirin didin wan, bire meclisê.

Li gorî îdîaya ji Girtîgeha Tîpa F ya hêjmar 1 ya Tekîrdagê bi nameyekê ji Cîgira Seroka Koma BDP’ê Pervîn Bûldan re şandî, tê gotin ku hinek markayên zad yên ji aliyê wezaretê ve bizirar hatine dîtin, didin mehkûm girtîgehê.

Weke din di nameyê de tê diyarkirin ku, li rexmî ev rewş ji îdareya girtîgehê re ragihandiye jî, ev pêkanîn berdewam dike.

Têkildarî mijarê Bûldan kete tevgerê û bi pêşnûmepirsek ya pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirye, ev îdîa ji Wezîrê Çandinî û Lawirvaniyê Mehdî Eker pirsî. Bi mereq çav lê ye ku ka dê Wezaret têkildarî mijarê bersivek çawa bide.