YPS-JIN li Îzmîr, Mûgla û Manîsayê çalakî kirin

Tîmên Bersivdayînê ya Şehîd Serhildan a YPS-JIN ragihand ku di çarçoveya ‘pêngava tolhildanê’ de li Îzmîr, Mûgla û Manîsayê çalakî kirin.

Tîmên Bersivdayînê ya Şehîd Serhildan a YPS-JIN li sê bajaran rêze çalakî kirin.

Tîmên Bersivdayînê ya YPS-JIN li ser çalakiyan ev agahî parve kir:

“30’ê Îlonê li navçeya Efeler a Aydinê depoyek ya cihê kar şewitandin. Di encamê de depoya girêdayî cihê kar a faşîstan bi temamî şewitî.

29’ê Îlonê li navçeya Balçova ya Îzmîrê cihekî kar ê faşîstan hate şewitandin, cihê kar, ode û mînîbûsa cihê kar bi temamî şewitî.

29’ê Îlonê li navçeya Menteşe ya Mûglayê du avahî û çewlikeke ya faşîstan hate şewitandin û bêkêr bû.

29’ê Îlonê li Karşiyaka ya Îzmîrê kafeyek hate şewitandin û bêkêr bû.

20’ê Îlonê agir berdane beşên tesîsên şaredariya Tarsûs a Îzmîrê. Di çalakiyê de jeneratorên li tesîsan cih digirtin şewitîne.

Çeteyên AKP-MHP’ê yên ku dixwazin bi polîtîkayên zext û tirsê çokê danin, bi xweparastinê têk bibin. Li dijî êrîşên faşîst ên li Kurdistanê weke bersivdayînê bi çalakiyên xwe yên li metrepolên Tirkiyeyê hesab dixwazin. Heta azadiyê em ê nerawestin.”