YPS: Ji her tiştî û her demê zêdetir xwe-parastin!

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê derbarê salvegera sêyan a damezirîna xwe daxuyaniyeke berfireh da.

Di daxuyaniyê de şertên derketina YPS’ê (Yekîneyên Parastina Sivîlan) û giringiya wê ya piştî niha hate destnîşankirin û hate gotin divê têkoşîna ‘Li Kurdistaneke azad bi Rêbertiya Azad re’ were geşkirin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ji bo salvegera 3’an a berxwedaniya xwerêveberiyê daxuyaniyeke nivîskî da, şehîdên berxwedaniya xwerêveberiyê bi bîr anî û got wê bi dilsozbûna bîranînên wan têkoşînê serfiraz bikin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û got rewşa siyasî û leşkerî ya li Rojava derketî holê, ‘ji bo Kurdistanê şoreşeke yekbûyî û demokratîk a civakî pêkan kiriye’’ û ji bo vê jî salên wiha peywirên dîrokî li ser wan bar dikin, rastxwendina Salvegera 2’an a damezirîna YPS’ê heke rast were xwendin wê siberojê zêdetir bi dest ve bîne.

PEYWIRÊN DÎROKÎ

YPS’ê di daxuyaniya xwe de got ragihandina Xwerêveberiyê û berxwdana Xwerêveberiyê bi geşedanên Rojava re, li Tirkiyê bi rengekî meyl, arastebûn û pratîka faşîzan a siyasî bersiv ji xwe re dîtiye û ev meyl, arastebûn û pratîk rengê herî beloq a zaboqa dîrokî destnîşan dike ku dewleta Tirk tê de ye û ev rastî ji hêla rêveberiya dewleta Tirk ve bi rengekî vekirî tê gotin.

YPS’ê diyar kir ku di vê pêvajoyê de ku dij-şoreş têra xwe qels, şore jî xwedî derfetên pir mezin e û ev jî serdemeke nû ya têkoşînê bi xwe re tîne ku civak divê zêdetir û rasterast tevlî şoreşê bibe û wiha pê de çû: ‘’Di vê têkoşînê de ku hêleke wê têkoşîna siyasî û leşkerî ye, hêla dî û ya esasî avakirina civakî ye, hemû qadên têkoşînê û rengên wê digihine hev û ev xala ku lê digihin hev maf û peywira xweparastina civakê ye ku ev mafê herî pîroz a civakê ye û ev maf ji civakîbûna wê tê’’ û diyar kir di pêvajoyeke wiha de ku peywirên avakirina civakî û siyasî-leşkerî ev qas têkelî hev bûne xebatên parastina civakî zêdetir hewce ne, garantîkirina avakirina civakî bi xwe-parastinê pêkan e û çi civaka ku ne xwedî hêza xwe-parastinê ve mehkûm in ku di her cure êrîşan de tine bibin û ji bo gelê Kurd ku dorpêça qirkirinê li ser heye ev zêdetir wiha ye.

Koordînasyonê got YPS vegotina rêxistinî ya şîara ‘’CIVAKA AZAD CIVAKA RÊXISTINBÛYÎ YE, CIVAKA RÊXISTNBÛYÎ JÎ EW CIVAK E KU PARASTINA XWE DIKE’ ye û got zêdetir divê ev were fêhmkirin, divê li berxwedaniya Xwerêveberiyê zêdetir mirov xwedî derdikeve û ev were geşkirin.

YPS TEŞHÎS, TEŞHÎRKIRINA FAŞÎZMA DEWLETA TIRK Û TEVDÎRA LI PÊŞ WÊ YE

YPS’ê bi domdarî got ji destpêkê ve ‘dijmin û hevkarên wan’ ji bo ku YPS neyê fêhmkirin êrîşeke giran û domdari bi rengê şerê taybet, bi amûrên ragihandina girseyî bi ser wan de anîne.

Hate gotin pêvajoya di behsê de ji şer û encamên pratîk ên şer wêdetir divê mirov bi encamên wê yên dîrokî binirxîne û ji vî alî ve yek ji rûpela herî bêhempa ya serfiraziyê ya dîroka têkoşînê ya gel e û ev pêvajo hem bi encamên xwe yên dîrokî û civakî û hem bi encamên xwe yên pratîk ji bo gelê Kurd bûye cihê şanaziyê û li cihê xwe yê bi şanaz ê dîrokê rûniştiye.

YPS’ê her wiha got berxwedaniya xwerêveberiyê û tecrubeya YPS’ê rastiya faşîst a dewleta Tirk ku duh kesî nedidît, nedixwest bibîne lê îro bi rengekî beloq diyar bûye û ji hêla her kesî ve tê dîtin û YPS teşhîs, teşhîr û tevdîra vê rastiya faşîst a dewleta Tirk e.

‘LI KURDISTANA AZAD BI RÊBERTIYA AZAD RE’

Koordînaysona Giştî ya YPS’ê bi berdewamî got hem talokeya dij-şoreşê heye û hem jî derfetên şoreşê hen û dema wê ye ku zêdetir li peywirên xwe-parastinê xwedî derkevin, li ser vê zemînê hişmend bibin, rêxistinî bibin û dest bi çalakiyan bikin û wiha pê de çû: ‘’ Em siberoja xwe bi avakirin û mîsogerkirinê ya li ser ‘Neteweya Demokratîk’ bi rêxistinî û çalakiya wê, li peywira xwe ya xwe-parastinê xwedî derkevin.

Bi vê zanîna peywirê di eniyên YPS’ê de rêxistiniya we bikin û têkoşînê serfiraz bikin.

Bi vê zanînê di salvegera 2’yan a Xwerêveberiyê û YPS’ê de sala 3’yan a serfiraziyê ku bi Ekîn Van, Senar Garzan’an dest pê kirî, bi Çiyager, Zeryan, Xebatkar, Çek, Nûda, Îslam û Bêrîtanan geş bûyî, bi Dirêj, Mordem û herî dawî bi Pale, Kemal û fermandar Şahanana zêdetir nêz bûyî, pîroz dikin, di şexsê şehîdên berxwedaniya xwerêberiyê de hemû şehîdan careke dî bi minet bi bîr tînin, bi şîara ‘Li Kurdistana Azad bi Rêbertiya Azad re’ li her qadê em têkoşînê geş bikin.’’