YPG: Şervanekî me jiyana xwe jidest da û 5 leşker hatin kuştin

YPG: Şervanekî me jiyana xwe jidest da û 5 leşker hatin kuştin

Li Şêxmeqsûd di navbera Yekîneyên Parastina Gel û hêzên rejîma Baas de pevçûn rû dan. Di encama pevçûnan de şervanê YPG’ê Rûstem jiyana xwe jidest da û 5 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku, di pevçûnên duh di seetên piştî nîvro de şervanê wan Elî Şêxo bi nasnav Rûstem jiyana xwe jidest daye. Navenda Çapemeniya YPG’ê da zanîn ku, şervanên wan çalakiya bersivdayînê lidar xistine û 3 leşkerên rejîma Baas hatine kuştin.

Di daxuyaniya YPG’ê de hate diyar kirin ku, duh pevçûnên dijwar di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên rejîma Baas li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de rû dane. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ji beriya 3 rojan ve hêzên rejîma Baas hewldanên xwe dike ku herêmê têxe bin kontrola xwe û di encama bersivdayîna YPG’ê de pevçûn li herêma Eşerfiyê û Mexselet El-Cejîre û El-Ewarid ya Şêxmeqsûd derdiketine. Li gorî daxuyaniya duh ya YPG’ê hate gotin ku, duh di seetên nîvro de pevçûnên dijwar li herêma Mexselet El-Cezîre û El-Ewarid a Şêxmeqsûd rû dane û di encamê de şervanê YPG’ê Elî Şêxo binas nav Rûstem jiyana xwe jidest daye. Her wiha 2 leşkerên rejîmê jî hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, YPG’ê çalakiya bersivdayînê li dijî hêzên rejîmê yên ku li nêzî herêma Mexselet El-Cezîrê bicîh bibûn pêk aniye. Di encamê de 3 leşker hatine kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûne.

YPG di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Em soz didin hemû gelê xwe yên Şêxmeqsûd bi ereb û kurdên wê ku emê heta dawiyê li ser sozê xwe bin û em dê mertalên parastina gelê herêmê bin, her wiha emê êrîşên rejîma Baas a li dijî sivîlan bê bersiv nehêlin. Em dê heta deqîqeya dawî ji jiyana xwe li ber xwe bidin.”