YPG: Li Til Temirê rewş arame

YPG: Li Til Temirê rewş arame

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel ( YPG ) daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku, rewşa bajarokê Til Temir arame û bang li kesên ku di şerê Til Temir de malên xwe berdane û koçber bûne kir ku vegerin malên xwe.

YPG’ê di daxuyaniya dayî de wiha got: “Ev demeke ku bajarokê Til Temir ji rejîmê hatiye rizgarkirin û ji wê demê de heta berî çend rojan hin komên çekdar derbazî wê herêmê bûne û xwestin aramiya herêmê tevlîhev bikin û xwestin diziya gelê herêmê bikin û malên welatiyan talan bikin. Herwiha dixwazin nakokiyan di navbera netewên herêmê Kurd, Ereb û Suryaniyan de derbêxe.”

YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku, “Li ser daxwaza gelê herêmê Yekîneyên me ketin herêmê û operasyonek li hember ser van koman lidar xist û di encamê de herêm ji van koman hate paqijkirin. Niha rewşa Til Temir arame, li ser vî esasî em bang li gelê herêmê yê ji ber van koman koçber bûye dikin ku vegerin malên xwe û em soz didin ku vê herêm û gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê biparêzin.”