YPG: Li Serêkaniyê di pêngava duyemîn de 21 navend hatin rizgarkirin

YPG: Li Serêkaniyê di pêngava duyemîn de 21 navend hatin rizgarkirin

 Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku pêngava duyemîn a “Operasyona Şoreşgerî Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re” bi rizgarkirina bajarokên Til Xelef û Menacîr bidawî bûye. Navenda çapemeniyê destnîşan kir ku dê operasyon bi pêngavên nû dom bike.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Operasyona Şoreşgerî Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re” îro (05 mijdar 2013) saet di 17.00’an de bidawî bûye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê di operasyonê de herêmên başûr û rojava yên Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kirine û navendên ku çeteyan wekî cihên stratejîk bikar di anîn ên wekî bajaroka Til Xelef û gundê Ezîziyê bidest xistine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama operasyonê de komên çete hemû ji herêmê hatine derxistin, her wiha riya Serêkaniyê-Til Temir û Serêkaniyê-Hesekê ji çeteyan hatine paqijkirin.

Di berdawama daxuyaniyê de hate gotin ku gelek gund û navend jî hatine rizgarkirin û ev gund û navend wiha hatin rêzkirin: “Gundên Duwêra, Mescid, Baluca, Dirêî, Xirbêt El Benet, Qisêr, Meqtele, Ebu Ceradî, Ebu Sun, El Xalidiyê, Til Erqem, Tiwêmiyê, Mitînî, El Muqeren, Um Ezan, Şerke, Berem, Ezîziyê, Um El-Esafîr, bajarokên Til Xelef û Menacîr, depoyên genim ên li Til Xelef, navenda leşkerî ya Ezîziyê û gelek navendên li derdorê.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di operasyonê de ji bilî rizgarkirina navendan gelek çek, wesayît, cebilxane û madeyên lojîstikê jî hatine desteserkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hêzên YPG’ê di operasyonê de windahî nedane û hate gotin ku dê operasyona şoreşgerî dê bi pêngavên nû berdewam bikin.