YPG: Li Serêkaniyê 19 gund hatin rizgarkirin
YPG: Li Serêkaniyê 19 gund hatin rizgarkirin
YPG: Li Serêkaniyê 19 gund hatin rizgarkirin
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di operasyona şoreşgerî ya li Serêkaniyê de 19 gund ji komên çete hatine rizgarkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê derbarê "Operasyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Serêkaniyê" ku di 1'ê mijdarê de li herêma Serêkaniyê li dijî komên çete hatibû destpêkirin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêngava yekemîn a operasyonê bi serkeftî bidawî bûye û ev tiştin hatin gotin: "Armanca sereke ya vê pêngavê ew bû ku rêya sereke ya di navbera Serêkaniyê û TilTemirê de, bi taybetî herêma bakurê rê ji komên çete were paqijkirin.Bi rizgarkirina gudê Mişrafa ku baregeha dawî ya çeteyan bû, pêngava yekemîn ya hemleyê bi serkeftî bidawî bû.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di pêngava yekemîn de 19, gelek mezra û depoyên genim hatine rêzgarkirin û wiha hate domandin: "Di vê pêngavê de gundên Micêbra, Hilêwa Şîşan, Tilcamûs, Qatof Şimalî, Qatof Wistanî, Qatof Cinûbî, Çikêma, Til Diayb, Esediyê, Bîr Nûh, Qisêr, Bîe Elzad, Siyade, Sefih, Mişrafa, Helbiyê, Moberd, Edûla, Tilhermel, benzînxaneya Sefranî,depoya genim a El-Sefih, gelek mezre û bendên kontrolê ji komên çete hatin rizgar kirin. Di hemleyê de gelek endamên komên çete hatin kuştin û birîndar bûn, her wiha gelek wesayîtên doçka, tangek û gelek çekên sivik û cebilxane jî hatine bidestxistin."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê hemleyê de şervanên YPG'ê Rêzan Serêkaniyê, Jiyanda Kobanê û Xwînda Kobanê jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de ji welatiyên gund û mezreyên ku hatine rizgarkirin hate xwestin ku vegerin malên xwe û ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya herêmêbibin alîkar.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê pêngava duyemîn a operasyonê bê destpêkirin.