YPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 4 şehîdên xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 4 şehîdên xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de, ku li malpera înternetê ya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê hate weşandin, ev agahî hatin dayin:
"Li bajarê Reqayê, ku em azad dikin û pêş ve diçin, di şerê dawî de 3 hevrêyên me yên bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê. Hevrêyê me Şengal Şivan jî, ku li hemberî nexweşiya penceşêrê li Nexweşxaneya Şamê li ber xwe dida, tevî hemû hewldanan jî şehîd bû.
Em YPG û YPJ van 4 hevrêyên xwe û hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbatên şehîdan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê her tim li ser şopa şehîdan bin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her çar şehîdan wiha ye:
Nasnav: Dîno Firat
Nav û Paşnav: Radî Iwed
Navê Dayikê: Şemsa
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 31 Tîrmeh 2017
Nasnav: Kawa Hemîd
Nav û Paşnav: Ehmed El Yusif
Navê Dayikê: Feza
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tebax 2017
Nasnav: Şengal Şivan
Nav û Paşnav: Ehmed Mihemed
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Muhsin
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şam / 2 Tebax 2017
Nasnav: Şivan Hesekê
Nav û Paşnav: Şerîf Hemo
Navê Dayikê: Nura
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tebax 2017