YPG'ê li Serêkaniyê ‘opersyonên şoreşgerî’da destpêkirin
YPG'ê li Serêkaniyê ‘opersyonên şoreşgerî’da destpêkirin
YPG'ê li Serêkaniyê ‘opersyonên şoreşgerî’da destpêkirin
Hêzên YPG'ê li herêma Serêkaniyê opersyona şorşgerî ya "Şehîdên Serêkaniyê" da destpêkirin. Di opersyonê de heta niha gundê Micêbrê ji destê çeteyan hate rizgarkirin.
Hêzên YPG'ê li herêma Serêkaniyê li dijî komên çete yên DAIŞ'ê bi navê "Opersyona şorşgerî ya şehîdên Serêkaniyê" opersyon da destpêkirin. YPG’ê piştî ku beriya çend saetan bendeke kontrolê ji destê wan çeteyan rizgar kir niha gundê Micêbrê jî rizgar kir.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin di rizgar kirina gundê Micêbrê de YPG’ê 3’ê otomobîlên çeteyan, yek ji wan doçka li ser desteser kirin. Her wiha çekeke RBG û hejmarek ji çekên sivik hatin desteser kirin.
Pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de niha li gundê Mişêrfa berdewam in.