YPG: Di pêngava yekem de 7 gund hatin rizgarkirin

YPG: Di pêngava yekem de 7 gund hatin rizgarkirin

Di pêngava yekem a "Opersyona şoreşgerî ya şehîdên Serêkaniyê" de hêzên YPG'ê şevêdin 7 gund, gelek bend û noqteyên leşkerî rizgar kirin. Her wiha gelek çek û wesayît hatin destserkirin.

 Derbarê "Opersyona şoreşgerî ya şehîdên Serêkaniyê" ku şevê din hêzên YPG'ê danbûn destpêkirin, navenda çapemeniya YPG'ê daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi armanca derxistina komên çete yên DAIŞ/Cebhet El-Nusr ji gundê Serêkaniyê, şevê din hêzên wan pêngava yekem a "Opersyona şoreşgerî ya şehîdên Serêkaniyê" da destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku komên çete gelek windahî dan û ev tiş hatin gotin: " Di çerçoveya pêngava yekem a opersyonê de kuştî û birîndarên komên çete çêbûne, her wiha hêzên me 2 wesayît, kamyonek leşkerî, 2 doçkayên 12.7, 2 RBG,  2 BKS, 7 kilaşinkov, yek alavên bê têl, topek Hawanê û gelek ceblxane desteser kirin."

 Di daxuyaniyaniyê de hate gotin ku di encama çalakiyên ku ji duh êvarê hatine destpêkirin de hêzên YPG'ê gundên Micêbre, Til Camûs, Katûfa Bakur, Katûfa Başûr, Benda kontrolê ya Katûfa, Edlo, Hilwa Çaçan, Til Hirmit, mezreyên derdorê û benzînxanek li herêmê hatine rizgar kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG'ê hemû bend û noqteyên çeteyan ên di navbera bajaroka Ebû Rasên û Serêkaniyê ku her dem bibûn metirsî li ser rêwiyan, ji destê wan komanên DAIŞ/Cephet El Nusra derxistine.

 Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku opersyona şorşgerî di çarçoveya bersivdayîna êrîşên komên çete ku ev demeke topbarana herêmên dikin û gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane hatiye kirin.

 Di dawiya daxiyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG'ê dê heta dawî xwedî ji bo parastin hemû pêkhateyên Rojava têbikoşin