YPG bersiva êrîşên rêjîmê dan

YPG bersiva êrîşên rêjîmê dan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva êrîşên rêjîma Baas a li ser taxa Şêxmeqsud dan û di pevçûnan de çend leşkerên Baas hatin kuştin.

Hêzên rêjîma Baas îro di saetên despêka rojê de ji aliê benda Mexselet Elcezîre êrîşî taxê kirin û xwestin têkevin taxê de. Di encama bersivdayina şervanên YPG’ê de pevçûn derket. Di pevçûnan de hin leşker hatin kuştin.

 Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva êrîşa hêzên rêjîma Baas ên ku di satên sibê de di herêma benda kontrolê ya Mexselet Elcezîre kirin û pevçûn rû dan. Di pevçûnan de hinek leşkerên Suriyê hatin kuştin û neçar man xwe paşve vekşînin.Ne hate hînbûn bê ka çend leşker hatine kuştin.

 Çavkaniyên YPG’ê li Helebê ji ANHA’yê re ragihand ku yekîneyên wan bersiva rêrîşên rêjîma Baas dan û di encamê de pevçûn derketin. Heman çavkanî diyar kir ku di pevçûnan de çend leşkerên Suriyê hatin kuştin. Çavkaniya YPG’ê da zanîn ku tu ziyan ne gihişte şervanên wan.

 Li herêma Mexselet Elcezîre bi sivikî pevçûn didomin