Yoruk: Eger xwedî li vê bernameya dîrokî bê derketin wê AKP were sekinandin
Yoruk: Eger xwedî li vê bernameya dîrokî bê derketin wê AKP were sekinandin
Yoruk: Eger xwedî li vê bernameya dîrokî bê derketin wê AKP were sekinandin
Alk. Doç. Dr. Erdem Yoruk, ji bo bernameya Rêberê Gelê Kurd Ocalan a ji bo pêvajoya çareseriyê got, "Divê pêvajoya aştiyê bi muzakereyên li dora maseya neyê bisînorkirin. Eger bi ser bikeve, ya ku AKP'ê bisekinîne wê ev be."
Hîndekarê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Koç Alk. Doç. Dr. Erdem Yoruk, pêşnûmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê destnîşan kir, ji ajansa me re nirxand.
Yoruk diyar kir ku pêşnûmeya Ocalan ji bo çareseriyê diyar kiriye, qonaxeke gelekî dîrokî ava dike û da zanîn, ku hem sernav hem jî îdîayên ji xwe bawer ên pêşnûmeyê, hêzên demokrasiyê motîve dike.
'AŞTÎ WÊ BI BERNAMEYA CIVAKA DEMOKRATÎK A RADÎKAL PÊK WERE'
Yoruk da xuyakirin, ku ew di vê pêşnûmeyê de teheyûl û bernameya cîhaneke cuda dibîne û got, "Ocalan, ev bernameya jiyana siyasî û civakî ya demokratîk a radîkal, danî pêşiya hikûmeteke otorîter, mûxafazakara û neo-lîberal. Dibêje 'Eger aştî wê bibe, bi vî rengî dibe.' Ne niyet ne jî kapasîteya fêmkirina vê ya AKP'ê heye. Lê belê ev hemû wê werin nîqaşkirin, gel wê nîqaş bike."
Yoruk diyar kir ku di vir de ya herî girîng, pêwîstiya Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo bicihanîna vê bernameyê bi alîkarî û tevkariya girseyî heye û got, "Ez behsa daxwazeke girseyî ya ji bo aştiyê, yan jî erêkirina aştiyê nakim. Ez behsa bicihanîna vê daxwaze li kolanan, li nava jiyanê dikim. Li Kolombiyayê ji bo pêvajoya aştiyê destekeke cidî hebû, lê di heman demê de li wir meş û mîtîngên gelekî mezin hatin lidarxistin. Pêwîste rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, zanîngeh, însiyatîfê bigirin ser milê xwe, xwedî li vê bernameya radîkal a ji bo aştiyê derkevin, qet nebe vê bixin rojeva xwe û nîqaş bikin. Ev firsendeke dîrokî ye. Divê pêvajoya aştiyê bi muzakereyên li dora maseyê bisînorkirî neyê hiştin. Eger ev yek bi ser bikeve, wê bibe hêza AKP'ê disekinîne. Ji ber ku daxwaza Kurdan azadbûna hemû bindestên li nava civakê ye. Ev yek jî yekser li dijî karê ku niha AKP dike ye."
'AKP DIXWAZE PÊŞÎ LI SÎSTEMA ROJAVA BIGIRE'
Alk. Doç. Dr. Yoruk da zanîn ku haya hikûmetê ji potansiyal demokrasiyê heye, lewma heta jê tê hewl dide pêşî lê bigire û ev nirxandin kir: "Divê neyê ji bîr kirin, hikûmet bi daxwaza xwe li dora maseyê rûnenişt, neçar ma rûnê. Lewma weke hikûmeteke mûxafazakar a rastgir dixwaze, bi zerareke herî biçûk, bi şêweyekî herî kêm azadiya demokratîk nas bike. Mînak; li Bakurê Kurdistanê derketina sîstemên rêveberiya cewherî ya mîna Rojava, ji bo hikûmetê xewnreşkeke. Lê ev niha derdikevin holê. Gel dest bi parastin û xwe birêvebirinê kir. Ev hînê kêm in, lê hikûmet dixwaze ji niha ve pêşî lê bigire.
'SÎSTEMA SIYASÎ Û CIVAKÎ WÊ JI BINÎ VE BIGUHERE'
Li aliyekî eger pêvajoya aştiyê biqede wê hikûmet ji yekane projeya xwe ya siyasî ya di dest de maye bibe û pêkane welat ber bi kaosê ve biçe, li aliyê din eger pêvajoya aştiyê dewam bike wê Kurd xwe bi şêweyê rêveberiya cewherî birêxistin bike. Lewma êdî dawiya vî karî ji her alî ve naskirina hin mafên Kurdan derbas dibe. Ev yek wê sîstema siyasî û civakî ya Tirkiyeyê ji binî ve biguherîne, bibe sedem ku daxwazên rêveberiya demokratîk ji Kurdistanê belavî Tirkiyeyê bibin. Ji ber vê yekê hikûmet hewl dide li hemberî vê li ber xwe bide, wê çiqasî karibe li ber xwe bide em ê bibînin. Ji ber ku hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navneteweyî di nava 3 salên dawî de gelekî qels bûn, wê kêm li ber xwe bide û neçar bimîne hin rastiyan bipejirîne. Lewma bi dîtina min, bernameya Ocalan dikare bicih were anîn."