YJK-E: Şengalê diyar kir ku rêxistîbûn gelekî girîng e

YJK-E têkildarî Qirkirina Şengalê daxuyaniyek weşand û tê diyar kir ku bila qetlîam were naskirin û 3’ê Tebaxê bi navê “Roja Têkoşîna li Dijî Qirkirina li ser Jinê” were qebûlkirin.

YJK-E got ku “Fermana 74’emîn ji bo gelê Kurd diyar kir ku rêxistîbûn, vîn û îrade gelekî girîng e.”

Yekîtiya Jinên Kurdistanê yên Elmanyayê (YJK-E) ji ber salvegera Qetlîama Şengalê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilkirin, firotin û tecawizkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Hê ji 3000’î zêdetir zarok û jin di destê DAIŞ’ê de ne, bi sed hezaran Êzidî li Rojhilata Navîn û Ewrûpayê penaber in.”

“HAT DÎTIN KU RÊXISTÎBÛN Û ÎRADEYA XWESER GELEKÎ GIRÎNG E’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Êrîşa DAIŞ’ê ya bi ser Şengalê ne bi tenê qetlîamek bû, êrîşa tunekirina çand, ziman û oleke qedîm bû. Vê qetlîama 74’emîn hesabên hêzên dagirker ên li Rojhilata Navîn raxist ber çavan.

Fermana 74’emîn ji bo gelê Kurd diyar kir ku rêxistîbûn, vîn û îrade gelekî girîng e. Bêguman êrîşa Şengalê rastî berxwedaneke wekî ya Rojava hat. Hêzên YPJ û YJŞ’ê berxwedan û parastina axa xwe didomînin. Em vê îradeya kolektîf û rêxistibûyînê herî zêde li ba jinên ku ji destê DAIŞ’ê reviyane û beşdarî berxwedanê bûne, dibînin.

‘BILA QETLÎAM WERE NASKIRIN’

Em Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Elmanyayê careke din li ber şervanên azadiyê yên di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dane, kemberbest dibin û sozê didin ku em ê bibin şopdarên têkoşîna gelê Êzidî. Di vê çarçoveyê de em dixwazin ku bila Qetlîama Şengalê di qada navdewletî de bi awayê fermî were naskirin û jin di serî de bila gelê me di 3’ê Tebaxê de li her derê bi boneya roja têkoşîna li dijî qirkirina li ser jinê çalakiyan li dar bixin.