YJŞ: Em ê ti caran nehêlin ku fermaneke din were rakirin
Fermandariya Giştî ya YJŞ’ê di salvgera qirkirina Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî da û got, êdî ew ê nehêlin careke din ferman li ser civaka Êzîdî were rakirin.
Fermandariya Giştî ya YJŞ’ê di salvgera qirkirina Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî da û got, êdî ew ê nehêlin careke din ferman li ser civaka Êzîdî were rakirin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) diyar kir, ew bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûne ku azadiya jinê ji xwe re kiriye bingeh û got, "Em YJŞ êdî li Şengalê fermanê nîqaş nakin, berxwedanî û tekoşîna jinê ya ku bi saya keda Rêber APO û şehîdên vê dozê pêş ketiye nîqaş dikin. Li ser vê bingehê em ê ti caran nehêlin ku ferman û qirkirinên nû çêbibin."
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YJŞ’ê, ya ku ji bo salvegera qirkirina Şengalê dayî wiha ye:
"Destpêkê em di salvegera çaremîn ya fermana 73’emîn de hemû şehîdên fermanê, jinên ku di vê fermanê de hatin qetilkirin û di şexsê Bêrîvan, Nujiyan, Vînar û Zîlanan de hemû şehîdên berxwedaniya axa pîroz a Şengalê carekê din bi rêz bi bîr tînin.
3’ê Tebaxa 2014’an bi fermana ku li Şengalê hate rakirin, di sedsala 21. de li ber çavên cihanê, di şexsê jin û zarokên welatê me de jenosîdek mezin çêbû. Ji ber ku Êzidxana pîroz, di dîroka xwe ya kevnar de wek dergûşa mirovahiyê cihe xwe girt û li hemberî 73 fermana hebûna xwe parast, bi fermaneke nû xwestin wê hebûn û çandê di şexsê jin û zarokan de tine bikin û ji nav pelên dîrokê derxînin. Beriya vê fermanê li Şengalê jin, bi ferasetên desthilatdariya zilam ji fermana 73’emîn re hatibû amadekirin. Jina ku ji hêza xwe ya cewherî dûr ketibû û bê parastin mabû di vê qirkirinê de neçar ma. Bi hezaran jin di vê fermanê de ji bo dîl nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê xwe ji zinaran de avetin, gelek ji wan dîsa ruxmê hemû zehmetî û bê derfetiyan ji bo carekê din li ser axa pîroz jiyanê biafirîne dest ji welatê xwe bernedan û di konan de jiyana xwe berdewam kirin.
Dîsa bi armanca ku çanda Êzidxanê tûne bikin, piranî ji wan jin, bi hezaran gel hat qetilkirin, jin di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl hatin girtin, kirin carieye û di bazarên Mûsil û Reqayê hatin firotin. Di van êrişên qirkirinê de hêzên ku ji bo parastina gel û çiyayê Şengalê li vê derê xwe bi cih kiribû, di nav vê jenosîdê de pişta xwe dan gelê me yê Êzidî û reviyan. Yê ku di nav vê fermanê de xwe gihand hawara gel, dayîk û jinên ku hatin qetilkirin û dîlgirtin, şervanên Kurdistanê bûn. Heman roja ku ferman li ser gelê me rabû, giştî cîhan çavên xwe ji vê qirkirinê re digirt û hinek jî di nav vê qiyametê de dest ji me berdan û reviyan. Lê piştî ku ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve korîdora mirovahiyê hat vekirin; şervanên Kurdistanê, gerîlayên HPG û YJA-Star ji çiya xwe berdan deştê û ber bi hawara gelê me ve hatin.
Bi pêşengtiya wan hêzan li Şengala me ya pîroz berxwedaniyekê bê hempa hate kirin û gelek hevrêyên me yên qehreman şehîd bûn. Dîsa bi pêşengtiya YJA-Star û YPJ’ê me jinên Êzidî çek rakir û ew hêza ku li hemberî DAIŞ’ê şer bike me bi xwe de afirand. Bi fikr û ramanên Rêber APO ya ku azadiya jinê ji xwe re kiriye bingeh, em jinên Êzidî me xwe birêxistin kir û bi soza tolhildana jinên Êzidî me artêşa xwe ya YJŞ’ê ava kir. Bi avakirina YJŞ’ê li her qada Şengalê jinên Êzidî me di nav her pêngavê de cihê xwe girt û ji bo mîsogeriya azadiya jinên Êzidî di her qadê de me tekoşîna xwe berdewam kir. Tevlîbûna me ya li Cenga Mezin a Reqayê jî bi heman armanca soza xwe ya rakirina rola jinên Êzidî û rizgarkirina wan jinan e ku hîn di destê çeteyên DAIŞ’ê dilgirtî ne.
Em YJŞ êdî li Şengalê fermanê nîqaş nakin, berxwedanî û tekoşîna jinê ya ku bi saya keda Rêber APO û şehîdên vê dozê pêş ketiye nîqaş dikin. Li ser vê bingehê em ê ti caran nehêlin ku ferman û qirkirinên nû çêbibin. Êdî em jinên Êzidî xwe digihînin nasname û îradeyekî azad. Ji bo rêxistinkirin, azadkirin û parastina jinên Şengalê, her gaveke dîrokî ya ku were avetin dibe pengavek li hember hêzên ku qirkirinê dikin. Li ser vê bingehê carekê din em hemû şehîdên fermana 73’emîn bi bîr tînin û dibejin ku heya mîsogeriya azadiya jinên Êzidî em ê di her qadê û bi her awayî ala tekoşînê ya ku me ji şehîdên xwe girtiye em ê hîn bilindtir bikin."