Yilmaz Guney li ser gora xwe hate bibîranin
Yilmaz Guney di 34’emîn salvegera wefatê de li ser gora xwe ya li Goristana Père Lachaise bi merasîmekê hate bibîranîn.
Yilmaz Guney di 34’emîn salvegera wefatê de li ser gora xwe ya li Goristana Père Lachaise bi merasîmekê hate bibîranîn.
Şoreşger, hunermend, derhêner Yilmaz Guney di 34’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe bi merasîmekê hate bibîranîn.
Merasîma bîranînê ya Guney li Goristana Père Lachaise ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Nûnerên saziyên HDK-Fransa, CDK-F, ACTIT, ODAK, BİR-KAR, ADHK, Partîzan û hunermendên TEV-ÇAND a Parîsê beşdarî merasîmê bûn. Di axaftinan de hate gotin ku Guney hunermendê gelan bû.
Merasîm bi helbest û guhdarkirina stranên hunermendên TEV-ÇAND’ê bi dawî bû.