Yên li ber dagirkirina Efrînê ranebin nikarin Hewlêrê biparêzin

Di dagirkeriya Kerkûkê de eşkere bû ku dema mijar Kurd be helwesta welatên herêmê çi ye. Dewleta Tirk a ku îro hewl dide Efrînê dagir bike, di dagirkirina Kerkûkê de roleke girîng lîstibû. Bi leşkerên xwe li ser sînor tetbîqat kiribûn.

Wiha xwiya dike ku dewleta Tirk tevgera dagirkirina Efrînê daye destpêkirin. Bêdengiya dinyayê ya li dijî vê tevgera dagirkirinê ku tenê ji bo dijminahiya li Kurdan dest pê kiriye, nîşan dibe bê ka dinya çendî xwedî karakterekî gemarî ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di rewşeke wiha ya dinyayê de bi bêperwayî dijminatiya xwe ya li Kurdan didomîne. Li dijî vê dijminatiya li Kurdan di serî de DYA û Rûsya dewletên mezin ên dinyayê bêdeng dimînin. Kurdên ku li dijî faşîzma DAÎŞ’ê ya ku bûyî bela serê dinyayê bi hezaran şehîd dane, di bin êrîşa dewleta Tirk de mane ku Tirkiyê DAÎŞ kire bela serê dinyayê ye. Lê dewletên ku têne gotin di nav koalîsyona dijî DAÎŞ’ê de ne bêdeng in. Rûsya ku tê gotin li Sûriyê li dijî çeteyan şer dike di mijara dagirkirina Efrînê de bi Tirkiyê re bazareke genî kiriye. Hikûmeta Esad ku dibêje li Sûriyê rêveberiya serwer e li dijî dagirkirina Efrînê bêdeng dimîne. Rêveberiya Esad bi vî rengî di rewşeke wiha de ye êdî nikare bibêje ew rêveberiya serdest û meşrû ya Sûriyê ye. Êdî hikûmeteke wiha ne xwedî mafekî ye ku ji Kurdan re tiştekî bibêje.

Dema ku mijar Kurd bin helwesta welatên herêmê çawa ye di dagirkirina Kerkûkê de derkete holê. Dewleta Tirk ku îro hewl dide Efînê dagir bike di dagirkirina Kerkûkê de jî bi risteke girîng rabbûû. Li ser sînor tetbîqeta leşkerî kiribû. Wê demê her cure heqerat li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kiribûn. Dewleta Tirk careke dî nîşan dabû ku serkêşê dijminatiya Kurdan e. Jixwe polîtîkaya wê ya hundir a li ser Kurdan bi rengekî vekirî nîşan dide bê ka nêzîkatiya wê ya li Kurdan çawa ye. Li Tirkiyê çawa nêzî Kurdan dibe, heman polîtîkayê li Başûrê Kurdistanê, Rojava û Şengalê jî nîşan dide. Dewleta Tirk ji bo ku nehêlin Êzîdî bibin jiyaneke xweser êrîş bi ser Şengalê de biribûn. Ji vêhêlê ve dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan li ber çavan e. Ê ku vê nabînin an serê xwe dixin nav çaqên xwe an jî di nav xeflet û îxanetê de ne.

Dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan û tevgera dagirkirina Efrînê tê fêhmkirin. Rewşa Rûsya û Amerîkayê û Ewropayê jî tê fêhmkirn ku li gorî berjewendiyên xwe ji dagirkirinê re çavê xwe digirin. Lê bêdengiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî, diyarnekirina helwesteke vekirî nayê fêhmkirin. Îro yên ku li dijî dagirkirina Efrînê vekirî ne li cem gelê Efrînê bin sibe nikarin Hewlêr û Silêmanî biparêzin. Dema ku êrîşek bi ser van bajaran de bû ti kesî li cem xwe nabînin. Ji ber ku bi rengekî vekirî li dijî dagirkirina Efrînê heke mirov helwesta xwe diyar neke ev tê maneya tenêkirina Hewlêr û Silêmanî. Wê bikevin wê rewşa papazê Elman ku digot, ‘’dema ku dor hate me çi kesekî ku li me xwedî derkeve nemabû.’’

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî divê aqilê xwe bidin serê xwe. Ne ti polîtîkayeke ku ji bo navbeyna xwe û Tirkiyê baş bikin, dest û piyê AKP’ê maç bikin ku her cure heqaretê li wan dike. Ev ne sûdekê dide wan û ne jî dide Kurdan. Kurd tenê dema ku li dijî polîtîkayên dewleta Tirk derkevin û têbikoşin dikarin siberoja xwe mîsoger bikin. An na siberoja azad a hemû Kurdan wê di talokeyê de be. Fêhmkirina vê û li gorî vê nîşannedana helwestê ehmeqî ye, xwe li ehmeqiyê danîne.

Heke PDK ji dagirkirina Kerkûkê tiştek fêhm nekiribe ev tê wê maneyê ku dawiya wê, we ji Kerkûkê xirabtir be. PDK hê jî li şûna ku bi Kurdan re tifaqê deyne, di şerê dijî dewleta Tirk de li şûna li cem Kurdan be hê jî bixwaze bi dewleta Tirk re polîtîkayên xwe yên berê bidomîne ji vê re ji îxanetê pê ve mirov nikare tiştekî bibêje. Dewleta Tirk ji bo ku Kurdan qels bike li her deverê êrîşê tîne. Dema ku Kurd qels bûn wê dawiya PDK’ê nêz bibe. Destkeftiyên Kurdan wê bikevin talokeyê. Heke îro li Başûrê Kurdistanê hinek destkeftî hebin, di serî de Bakurê Kurdistanê ev bi têkoşîna Kurdan a li her deverê ye. Heke PKK û têkoşîna wê nebûye îro li Başûrê Kurdistanê wê ti derfet nebûna. Ên ku vê nabînin dijminatiya li Kurdan, rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û karakterê pirsa Kurd fêhm nekirine.

Êrîşa bi ser Efrînê de êrîşa bi ser Qamişlo, Hewlêr, Silêmanî, Mehabad, Sinê û Şengalê de e. Heta ku ev rastî neyê dîtin Kurd li ti deverê nikarin tiştekî bi dest bixin; nikarin bibin xwedî jiyaneke azad û demokrat. Divê Kurd vê rastiyê bibînin; heke li dijî dewleta Tirk tênekşin û li Bakurê Kurdistanê pirsa Kurdan çareser nebe Kurd li ti deverê nikarin bibin xwedî çareseriyeke mayinde. Çespandina vê ya berbiçav e dijminatiya dewleta Tirk a li Roajva û êrîşa bi ser Efrînê de. Di dagirkirina Kerkûkê de jixwe ev vekirî hatibû dîtin.

Kurd li ti parçeyî nikarin bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Heke tekoşîneke ji bo hemû Kurdistanê neyê dayin, di serî ji nav dewletên mêtinger û qirker têkoşîna demokratîkkirina Rojhilata Navîn neyê dayin Kurd nikarin ti destkeftiyên xwe mîsoger bikn. Ev ne stratejiya wê ye ku Kurd li her parçeyî dewletê çêbikin û Kurdistana yekere ava bikin. Lê qanûn û diyalektîka ku Kurd li her parçeyî azad bibin ev e. Mîsogeriya destkeftiya Kurdan wiha ye.

Divê ev rastî were dîtin û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, PDK û YNK di cih de li dijî dagirkirina dewleta Tirk demildest helwesta xwe diyar bikin. Divê vekirî li cem berxwedana Efrînê bin. Heke ev neyê kirin wê têkiliyên PDK û YNK’ê yên bi têkiliyên Kurdan re were pirsîn. Nûçeyên ku organên PDK’ê û YNK’ê li ser Efrînê didin nikarin ser polîtîkayên şaş ên hikûmeta Başûr, PDK’ê û YNK’ê bidin. Heke hikûmeta Başûr, PDK û YNK û partiyên dî yên siyasî li cem berxwedana Efrînê nesekinin, divê gelê Başûrê Kurdistanê rabe ser piyan û bi rengekî vekirî nîşan bidin ku li rex berxwedana Efrînê ne û bi pêngavekê hikûmeteke wiha bikin ku li dijî dagirkirina Efrînê ya faşîzma AKP-MHP’ê hikûmetekê ava bikin.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka