Yên ji çalakiya Mertalên Zindî vegeriyan hatin binçavkirin
Li Bazîdê, 4 kesên ji çalakiya Mertalên Zindî vegeriyan, hatin binçavkirin.
Li Bazîdê, 4 kesên ji çalakiya Mertalên Zindî vegeriyan, hatin binçavkirin.
Li Bazîdê, 4 kesên ji çalakiya Mertalên Zindî vegeriyan, hatin binçavkirin.
Ji bo pêşîgirtina li şerekî gengaz, çalakiyên gel ên Mertalên Zindî dewam dikin.
Alîkarê Hevşaredarên Bazîdê Bulent Erşîk, Nûnerê SES'ê yê Bazîdê Recep Altindag, Rêveberê MEYADER ê Bazîdê Mehmet Bîrdal û Endamê SES'ê M. Saît Dogan Karabûrûn ên ji bo destekkirina çalakiya Mertalên Zindî ya li quntarên Çiyayê Agirî çûbûn herêmê, hatin binçavkirin.
LI FERMANDARIYA JENDERMEYAN TÊN SEKINANDIN
Hat ragihandin ku welatiyên ji herêma çalakiyê vedigeriyan li benda lêgerînê ya Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê hatin binçavkirin û niha li Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê tên sekinandin. Hat ragihandin ku binçavkirî wê di saetên pêş de derkevin pêşberî dozgeriyê.