Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Huseyin Alî di nivîsa xwe ya dawiyê de bal kişand ser şandina komên çete yên diyar kirk u dewleta Tirk dewleta Tirk hê jî çeteyên xwe ji bo êrîş bikin, dişînin ser Rojavayê Kurdistanê.
Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya ku li Almanyayê weşanê dikin Huseyin Alî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ya ku komên çete dişîne ser Kurdan AKP ye” de bal kişand ser hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê. Alî di nivîsa xwe de bal kişand ser van xalan:
-Dewleta tirk a li Bakûrê Kurdistanê dixwaze bi darê zorê mafê gelê Kurd tepeser bike, niha bi rêya çeteyên ku çekdar kiriye li Rojavayê Kurdistanê pêk tîne. Xuyaye Tirkiyê li hemberî hemû Kurdan şerekî daye destpêkirin.
Alî wiha got: “Di vê pêvajoya ku li Rojhilata navîn sererastkirinên nû tên kirin de, naxwaze gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe û bi hêz bibe” û wiha domand: “Têkiliyê xwe yê bi Başûrê Kurdistanê re jî li ser vê polîtîkayê bikar tîne. Wer hesab dike ku eger Kurdan li Bakûr û Rojava bê tesîr bike, Başûrê Kurdistanê ji bo wan êdî nabe pirsgirêk. Hukûmeta Başûrê Kurdistanê jî, ji ber ku di dema nêz de talûkeyek ji bo wan tineye, dibêje marê ku zirarê nade min bila hezar salî bijî.”
Alî bal kişand ser van xalan: “Eger ne ji ber deskeftiyên Kurdan be, dewleta tirk wiha aşkere û bi her awayî piştgirî nedida hêzên çekdar. Carekî din îspat bû ku dema mijar dibe Kurd dewleta Tirk li derve û hundur çiqas êrîşkar dibe. Hin komên Îslamî yên li Sûriye ji aliyê ti kesî ve nayên destegkirin. Emerîka û welatên Ewrûpayê piştgirî nadin van hêzana. Heta wan ji bo polîtîkayên xwe yên herêmê talûke dibînin. Lê ev komana piştgiriyê ji Tirkiyê digrin.
-Dibe ku ev rewş ji bo têkiliyên Tirkiye û Emerîkayê çewt be; ji xwe tê zanîn, dema pirgirêka Kurd dibe mijar Tirkiye û Emerîka gelek caran polîtîkayên dijberî hev didin meşandin. Ev yek di demekî nêz de carekî din di polîtîkayên Tirkiyê yên derbarê Îran û Sûriye de hate dîtin.
-Dewleta tirk heta doh polîtkayên xwe yên dijberiya Kurdan li ser Sûriye û Îranê dida meşandin, îro jî li ser van komên çekdar dide meşandin. Dîsa ji komên muxalîf ên Sûriye re dibêje, 'eger hûn li hemberî bidestxistina mafê Kurdan rawestin emê piştgirî bidin we.'
-AKP, berdin li Tirkiyê polîtîkayek çareseriyê ya pirsgirêka Kurd bi pêş bixe, li parçeyên din ên Kurdistanê jî naxwaze Kurd hebûna xwe ya netewî bixe bin ewlehiyê û statuyê bidest bixe.
Esas polîtîkaya wê ya Başûrê Kurdistanê jî ne cuda ye, tenê li gorî konjonktorê niyeta xwe ya rastî ya ji bo vî parçeyê Kurdistanê niha vedişêre.
Ji dijminahiya Rojavayê Kurdistanê ya AKP'ê hukûmeta herêma Kurdistanê, bi taybetî jî PDK berpirsiyar e.
Waye ew "berjewendiyên teng" yên PKK hertim rexne dike carekî din di vir de derdikeve holê. PDK xwe dixapîne û li dijî Kurdên Rojava di refên AKP'ê de cih digre.
Lê divê bê zanîn ku heta pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê çareser nebe ti mewziyek Başûr Kurdistanê jî nakeve bin ewlehiyê. Yên ku vê rastiyê nebîne û bi AKP'ê û dewleta tirk re têkeve nava têkiliyên bê prensîb ên zirarê dide Kurdan, bi gotinek herî vekirî, dara bin lingê xwe dibirrin.
Bifikirin, PDK'ê deriyê sînor ê Rojavayê Kurdistanê girtiye û ji PYD'ê re dibêje "heta tu teslîmî polîtîkayên min nebe ezê deriyan venekim." Hê jî sînor girtî ye. Misrê jî bi vî awayî deriyên xwe li Filistiniyan negirtibû. Lê PDK' deriyê xwe yên sînor tev li ser Filîstina Kurdan, Rojava de girtine.
Ji ber ku PYD teslîmî wan nabe deriyan li ser gel digrin û bi vî awayî gel ceza dike. Tirkiye jî vê yekê dixwaze. Lê gelo wijdana kîjan Kurdî vê yekê qebûl dike? Tirkiye bi Kurdên Rojava re di nava şerekî de ye. Bi awayekî pir aşkera komên çete bi ser wan ve dişînin. Li dijî vê yekê nerazîbûna Kurdên li Tirkiyê û hêzên demokrasiyê pir kêm e. Ev êrîşana li Bakûrê Kurdistanê tên organîzekirin. Ji we ji Nîzîpê bigre heta Silopiyayê ew xeta sînor bûye qada êrîşên li ser Kurdan. Divê Kurdên li Bakûr û hêzên demokrasiyê rê nedin van êrîşana. Lazimê gelê Kurd li Filistîna xwe xwedî derkeve û rabe ser piyan.
Bê guman li Bakûr li ser BDP'ê û hêzên demokrasiyê êrîşên pir giran hene. Lê ev êrîşana nabe sedem ku mirov wiha bêdeng bimînin.
Niha dem dema xwedîderketina li Filistîna Kurdan, Rojavayê Kurdistanê ye.”