Yekîneyên tolhildanê: Heta hevdîtin bê kirin em ê her derê bişewitînin!

Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin, "Her roja ku hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin wê agirê me mezin bibe û her derê bişewitîne." Yekîneyan li Stenbol, Amed û Mersînê çalakî pêk anîn.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Baran Dersim, Şehîd Savaş Amed, Şehîd Delal Amed û Şehîd Sakîne Cansiz bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin, "Her roja ku hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin wê agirê me mezin bibe û her derê bişewitîne."

Li gorî daxuyaniyê çalakiyên ku ji aliyê yekîneyan ve hatin kirin wiha ne:

AMED

"Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim li Amedê li taxa Şehîtlîk a navçeya Baglarê di 27'ê Sibatê de li dijî polîsên TV ên hewl didan bi pêkanînên GBT'ê êşkenceyê li gelê me bikin bi teqemeniyê çalakî hate kirin. Hejmara dijminên birîndar nehate zelalkirin. Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li taxa Ziya Gokalp a navçeya Sûrê 3 wesayitên AKP'iyan û hevkarên wan ên tetîkkêşên şer in, hatin şewitandin.

MERSÎN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Delal Amed li navçeya Tarsûsê marketeke hevkarên TC a faşîst şewitand.

STENBOL

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz di 27'ê Sibatê de li ser rêya bejahî ya Stenbol-Sîlîvriyê, qemyoneke li qada parka wesayitên giran û 3 wesayitên faşîst ên piştevanên AKP-MHP'ê şewitandin."