Yekîneya Tolhildanê biryara 'çalakiyên bênavber' da
Koma bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz ragihand, ku li navçeya Ûmraniye ya Stenbolê "Wesayiteke AKP'iyan û bufeyeke hevkarê wan hatine şewitandin."
Koma bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz ragihand, ku li navçeya Ûmraniye ya Stenbolê "Wesayiteke AKP'iyan û bufeyeke hevkarê wan hatine şewitandin."
Bi navê komê daxuyaniyheke nivîskî hate weşandin û hate ragihandin ku 27'ê Sibatê li taxa Çakmak a Umraniyeyê çalakiyek hate lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin," Wesayitek AKP'iyan û bufeyeke hevkarên wan ji aliyê yekîneya me ve hatin şewitandin."
Komê diyar kir, "Endamên me yên yekîneya tolhildanê, li dijî şewata li Îmraliyê biryar dan ku bênavber çalakiyan bikin. Biryar dan ku metropolên Tirk bikin qada şewatê û jiğyana azad a bi Rêbertî re biafirînin."