Yekem koma gêrîlayên HPG’ê vekişiyan
Yekem koma gêrîlayên HPG’ê vekişiyan
Yekem koma gêrîlayên HPG’ê vekişiyan
Ji bo pirsgirêka Kurd birêyên demokratîk were çareserkirin gêrîlayên HPG’ê yên vekişiyan, koma ji 15 gêrîlayan pêktê ya destpêkê xwe gihande Başûrê Kurdistanê herêmên Parastina Medyayê.
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalandi 21’ê Adarê Newroza dîrokî ya Amedê de bang kir û KCK’ê di 23’ê Nîsanê bersiv da, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin gêrîlayên HPG’ê biryar da ku vekişin. Di çarçoveya vekişînê ya piştî 8’ê Gulanê destpêkir, koma yekem ya gêrîlayên HPG’ê li gorî demjimêra herêmî 07.00’an de gihand herêmên Parastina Medyayê ya Başûrê Kurdistanê.
Koma 15 kesî ya gêrîlayên HPG’ê ji aliyê gelek rojnamevanên ji Tirkiye, Başûrê Kurdistanê û çapemeniya cîhanê ew pêşwazî kirin. Di nava xebatkarên çapemeniyê yên gêrîlayên HPG’ê pêşwazî kirin de ANF, Nuçe TV, Sterk Tv, DÎHA, Reuters, AFP, AP, El Cezîre, Dogan Haber Ajansi û gelek saziyên din yên çapemeniyê hebûn.
Çav lê ye di nava rojê de Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyaniyekê bide.