Li gorî nûçeyeke Ajansa Reutersê Elmanya xwestiye ku alîkariya darayî ya ji bo Tirkiyê were rawestandin. Tirkiye di navbera salên 2007-2013’an de bi rêya IPA’yê 4,7 milyar ji Alîkariya Darayî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) standiye. Her wiha dihate payin ku heta 2020’an 4 milyar û 453 milyonî dî ji Alîkariya Darayî ya YE’yê bistîne.
Di navbera salên 2007-2013’an de di nav çarçoweya Alîkariya Beriya Tevlêbûnê (IPA) de di serdema 1. de 4,7 milyar Euro dane Tirkiyê. Ji vê fonê, ji bo ‘Alîkariya Serdema Derbasbûnê û Avabûna Saziyî’ 1,667 milyon Euro, ji bo hevkariya Derî Sînor 20 milyon Euro, ji bo Rabûna Herêmî 1,778 milyon Euro, ji bo pêşvebirina kanên mirovayî 473 milyon Euro, ji bo Rabûna Bejahiyê 854 milyon Euro, bi giştî 4,7 milyar Euro hatiye bikaranîn.
Di nav çarçoweya lihevkirina bi yasayên YE’yê re hatibû plankirina ku di navbera salên 2014-2020’an de ji bo du serdeman, ji bo fonên amadekirina ji bo yekîtiyê 1,581 milyon Euro, ji bo rabûna sosyo-ekonomîk 1,525 milyon Euro, ji bo pêşvebirina kanên mirovî 435 milyon Euro, ji bo Rabûna Çandinî û Bejahiyê 912 ilyon Ewuro bi giştî 4,453 milyon Ewuro were dayin. Ji ber krîza di navbera Tirkiyê û YE’yê de di 3 salên dawî de tenê 200 milyon Ewuro fona Alîkariya Darayî hate dayin, beşekî mezin ê ji Fonê jî dihate rawestandin.
Ji bilî vê jî di nav çarçoweya peymana penaberan de ku 2015’an hate kirin, ji 3 milyar Euro yê ku YE’ê soza wê dabû 790 milyon Euro hate bikaranîn beşê dî yê mayî jî ji bo projeyê, ji bikaranînê re hatibû vekirin.
Ji ber sedema muzakereyên ku di navbera Tirkiyê û YE’yê de didomin, ji bo ku aboriya Tirkiyê bi ya YE’yê re li hev be, tevahî kana ku ji hêla YE’yê ve di nav 10 salan de bi çarçoweya IPA û Peymana Koçberan ji bo Tirkiyê were dayin wê ji 10 milyar Euro derbas bike. Alîkariya darayî ya ku ji 2007’an ve heta niha 5,6 milyar Euro ji Alîkariya Darayî ya YE’ê dane Tirkiyê wê bidome yan na wê li gorî krîza di navbera Tirkiye û YE’yê de diyar bibe.