YDG-H li Okmeydani çalakî lidar xist

YDG-H li Okmeydani çalakî lidar xist

YDG-H, ji bo Îbrahîm Akal ê ji ber bombeya gazê ya polêsan çavekî xwe wenda kir û Kahraman Kaya ê 17 salî ku, ji ber êrişa nijadperestan li Umraniyê jiyana xwe ji dest da, Li Okmeydani çalakiyeke bi molotofan lidar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Demokratîk (YDG-H),  ji bo Îbrahîm Akal ê ji ber bombeya gazê ya polêsan çavekî xwe wenda kir û Kahraman Kaya ê 17 salî ku, ji ber êrişa nijadperestan li Umraniyê jiyana xwe ji dest da, li taxa Mahmût Şevketpaşe ya Okmeydaniya Stenbolê, di 12'ê Gulanê de çalakiyek bi molotof, bombeya deng û fîşekên hewayî lidar xist. 

Di encama çalakiyê de hin markêtên bi navê Diasa, BÎM, Kîm û hin bankamatîk zerara maddî dîtin. Polêsên Tirk jî bi gaza îsotê dest li çalakiyê werdan. Di encama bûyerên ji ber destwerdana polêsan rû da, maşîneke polêsan a TOMA zerar dît. Gelê taxê jî piştgirî da ciwanan.