YDG-H: Heta hêzên çekdar ên Tirk êrîşî bajarên me nekin wê nebin hedefên me

YDG-H’ê got: “Heta hêzên girêdayî artêşa Tirk êrîşî bajarên me nekin wê nebin hedefên me.”

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) diyar kir ku êrîşên dewletê yên li Farqînê didomin gihiştiye asta komkujiyan.

YDG-H wiha got: “Heta hêzên girêdayî artêşa Tirk êrîşî bajarên me nekin wê nebin hedefên me.”

YDG-H banga pêşxistina berxwedana li hember faşîzma AKP’ê li ciwanên Kurdistanê kir.

YDG-H der barê berxwedana gelê Farqînê ya 9 rojan didome de daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku berxwedana li hember êrîşan sekna welatparêziyê ye.

YDG-H’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser van xisûsan:

“Dewleta Tirk li hember bajarên ku îradeya xwerêveberiyê îlan kiriye û jiyangehên me di serî de Farqînê ji 9 rojan ve dest bi êrîşan kiriye û li bajarên cuda belav kiriye. Êrîş êdî gihiştiye asta komkujiyê, hema hema her roj li bajarekî mirovên ji gelê sivîl dikin hedef û qetil dikin. Çeteyên ku AKP’ê bi taybet rêxistin kirine, tola derbeya ku li Rojava xwaribûn dixwazin ji gelê me yê welatparêz ê Bakurê Kurdistanê rakin û li bajaran şerekî vekirî dimeşînin. Bajarên Bakurê Kurdistanê bi çekên giran hatine dorpêçkirin, sekvan li kolanan wek rewşek asayî mirovan dikin neçîr. Bêguman li hember van êrîşan ber xwdan seknek welatparêzî ye. Lewma ciwanên Kurdistan û gelê wê li hember van êrîşan ji bo rûmeta xwe û jîngehên xwe li dijî rejîma dagirker mêtinger biparêze, bi berxwedanek topyekûn bûye bersiv.

‘HETA HÊZÊN ÇEKDAR ÊN TIRK ÊRÎŞÎ BAJARÊN ME NEKIN WÊ NEBIN HEDEFÊN ME’

Ev berxwedana topyekûn, bêguman li hember çeteyên taybet ên Qesr û AKP’ê dimeşe. Heta êrîşî gelê me nekin, pêkhateyên girêdayî artêşa Tirk li qereqolên xwe bi ti awayî nebûne hedefên me. Wek YDG-H, heta hêzên çekdar ên Tirk êrîşî bajarên me nekin wê nebin hedefên me.

Em wek Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger banga piştevaniya herêmên me yên xwerêveber li hêzên têkoşîna demokrasî û aştiyê dimeşînên ên di serî de Tirkiyeyê dikin. Li Kurdistanê berxwedanek topyekûn dimeşe, divê êdî bi nîqaşên ser encamên ne rast ên hilbijartinên 1’ê Mijdarê em wextê xwe winda nekin. Pêwîst e di xeta ciwanên Kurdistanê yên li hember rejîma AKP’ê li ber xwe dide em bibin yek û pêşiya daxwazên hov ên AKP’ê asê bikin. Di serî de ciwanên welatparêz ên Kurdistanê yên li metropolan dijîn, tevahî ciwanên welatparêz û sosyalîst wek piştevaniya Kobanê, divê tevlî berxwedana Farqînê bibin û pêl bi pêl li tevahî bajarên Kurdistanê li hember faşîzma AKP’ê têkoşînê pêş bixin.”