Yagiz bi zorê diaxive û radikeve

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya Hewlêrê ya HDP'ê kete roja 95'an. Rewşa tendiristiyê ya Yagiz giran dibe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya Hewlêrê ya HDP'ê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro kete roja 95'an. Çalakiya greva birçîbûnê koma 48'an dewr girt.

Rewşa Nasir Yagiz ku ev 95 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye giran dibe.

Nûnera HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyen Guneş got, ''Rewşa Yagiz her ku diçe giran dibe. Bi zorê diaxive û radize''.

Guneş bang kir û got, ''Ji bo ku tecrîda li ser Rêber Apo rabe divê hemû partiyên siyasî û alî, rêxistinên navnetewî li ser dewleta Tirk zextê bikn.''