Xwest ku ji mafê yasayî sûd werbigire lê gotin, ‘hûn naselihin’

Hacay Yilmaz ku bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê’ 10 meh cezayê girtîgehê lê hatî birîn, dema ku xwest ji ‘Serbestiya bi kontrolê’ ku mafê yasayî ye sûd werbigire rêveveriya girtîgehê got, ‘ji bo ku hûn naselihin hûn nikarin ji vî mafî sûd werbigirin’.

Li ser nivîskar-siyasetmedar Hacay Yilmaz ji ber axaftineke dema hilbijartina 7’ê Hezîranê bi îdîaya ku ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye doz lê hate vekirin û 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Li gorî yasaya ‘serbestiya bi kontrolê ji ber ku ceza kêmî salekê ye, razana cezayê Yilmaz dibe 7 meh, du meh cezayê ku berê li derve bi şikle ‘Serbestiya bi kontrolê’ lê hatî birîn jî lê zêde kirin û kirin 9 meh û nîv. Ji ber ku ceza ji salekê nedibihurî xwest ji ‘Yasaya Serbestiya bi kontrolê’ sûd werbigire û ji bo vê serî li Komîsyona Çavdêriyê ya Girtîgehê da. Lê Komîsyonê ev bersiv da Yilmaz: ‘’Ji bo ku ji vî mafî sûd werbigirî, me qanih bike ku ji derdora rêxistinî tu qut bûye û, biçe koxuşa serbixweyan û nîşan bide ku têkiliya te bi rêxistinê re tine.’’

Mînaka derbarê guherîna qanûnê li gel ku biryara dadgehê heye jî, ji ber helwesta kêfî ya dadgehê gelek girtî nikarin ji vî mafî sûd werbigirin.

Yilmaz ku piştî 9 meh û nîvên li girtîgehê derketî ji ANF’ê re axivî.

 ‘BI VÎ RENGÎ GELEK KES LI GIRTÎGEHÊ NE’

Yilmaz got, ‘’Niha li girtîgehê weke min gelek kes hene ku cezayê wan kêmî salekê ne. Li gorî yasayê kesên ku cezayê wan kêmî salekê ne û ji propagandayê girtî ne, dikarin ji ‘Serbestiya bi kontrolê’ sûd werbigirin. Lê dema ku min serî li Komîsyona Çavdêr a Girtîgehê da, gotine, min, ‘’Hûn nikarin ji vî mafî sûd werbigirin, ji ber ku hûn li nav rêxistinê dimînin. Ji bo ku hûn ji vî mafî sûd werbigirn, divê hûn ji derdora rêxistinê qut bibin û biçine koxuşa serbixweyan. Her wiha divê hûn ragihînin ku hûn ji rêxistinê qut bûne.’ Heman bersiv Dadgeriya Înfazê ya Cezayê jî da.’’

 ‘JI PROPAGANDAYÊ GIRTÎ ME, JI KÎJAN RÊXISTINÊ VEQETIM’

Yilma got, ‘’Ji min re dibêjin, ‘ji rêxistinê qut bibe’ lê min ji endamtiya rêxistinê ceza nexwariye’ û domand, ‘’Ez ji kîjan rêxistinê veqetim? Min ji propagandayê ceza xwar û ji hêla yasayî ve kesên ku ji propagandayê ceza xwarin dikarin ji vî mafî sûd werbigirin..Ji bo vê jî heta dawiyê ez li girtîgehê hiştim. Girtîgeh li gorî kêfa xwe dikare yasayê pêk bîne.’’

Yilmaz her wiha got ji ber vê helwesta kêfî ya rêveberiya girtîgehê gelek kes girtî ne û ji ber gotina ‘hûn naselihin’ a rêveberiya girtîgehê gelek kes ji girtîgehê nayên berdan.

‘HELWESTEKE KÊFÎ YE’

Li ser mijarê parêzer Nergîz Tûba Aslan jî got li gel ku yasa li ser ‘serbestiya bi kontrol’ heye jî, rêveberiya girtîgehê  daxwaza vî mafî re dikin û li gel biryara mînak a dadgehan heye jî ev helwesta kêfî didome.