Xwepêşandanên li Basrayê dewam dikin

Li Basrayê xwepêşandanên ku 3'ê Îlonê ji nû ve zêde û radîkal bûn, li gel qedexeya derketina derve didomin. Li hin taxên Bexdayê jî xwepêşandanan dest pê kirin. Şewitandina Serkonsolosxaneya Îranê ya li Basrayê jî alozî xist nava her du welatan.

Li bajarê Basra yê Iraqê ku ji aliyê petrolê ve herêmeke dewlemend e, xwepêşandanên roja 8'ê Tîrmehê dest pê kirin ji 3'ê Îlonê û pê ve ji nû ve geş bûn. Tevî ku hikumeta Iraqê derketina derve qedexe kiriye jî xwepêşandan dewam dikin. Xwepêşandêr ji ber qedexeya derketina derve bi giranî şevê derdikevin kolanan. Şêniyên Basrayê roja Şemiyê û heta ber destê sibeha Yekşemê li qadan bûn. Şeva Şemiyê ji ber ku Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê gule li xwepêşandêran reşandin, 2 xwepêşandêrên din mirin, 35 jî birîndar bûn. Tê gotin, eger bûyerên bi vî rengî dewam bikin wê gelek kes bajêr biterikînin.

Xwepêşandanên ku 8'ê Tîrmehê dest pê kirin di demeke kin de li Necef, Kerbela, Nasiriye, Mûssena û gelek bajarên din ên Iraqê belav bûbûn. Rojên dawî li hin taxên Bexdayê jî xwepêşandanan dest pê kirin.

TEHRAN: HIŞYARÎ HATE DAYIN

Xwepêşandanên li Basrayê bû sedema aloziya navbera Îran û Iraqê. Ji ber ku di dema xwepêşandanan de avahiya Serkonsolosxaneya Îranê hate şewitandin, Îranê doh bang li Sefîrê Bilind ê Iraqê yê li Tehranê Racîh Sabir Ûbûd el-Mûsevî kir ji bo bê Wezareta Karên Derve.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo parastina avahiya Serkonsolosxaneyê bi 'xemsarî' tevgeriyane. Qasimî got, "Îranê îtirazên xwe yên dijwar ji sefîrê bilind Mûsevî re ragihand."

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm El Caferî jî li ser mijarê daxuyaniyek da. Caferî diyar kir ku ji ber êrîşa li ser Konsolosxaneya Îranê ya li Basrayê ew xemgîn e û got, parastina têkiliyên bi hemû welatan re wezîfeyeke milî ye û divê cihên dîplomatîk werin parastin.

Di xwepêşandanên doh bi şev de hin kesan xwestin bikevin hundirê avahiya Konsolosxaneya DYA'yê ya li Basrayê. Hêzên ewlekariyê nehiştin ku xwepêşandêr xwe bigihînin avahiyê.

DAXWAZA ÎSTÎFAYA EBADÎ TÊ KIRIN

Serokwezîr Haydar Ebadî ji ber ku heta niha ji pirsgirêkên bê karî, elektrîk û avê yên li Basrayê r çareye nedîtiye, bûye hedefa nerazîbûnan. Hêzên Fetîh, Sarîûn û ji hêzên Heşdî Şabî Esayib el Haq daxuyanî dan û ji Ebadî xwestin ku îstifa bike.