Xwendekarê astengdar bi lêdanê tê sûcdarkirin

Xwendekarê astengdar bi lêdanê tê sûcdarkirin

Xwendekar Kayhan Tuney li rexmî ku ji sedê 70’ê astengdare nêzî du salan girtiye, xwişka Tuney Sevgî Tuney diyarkir ku, li rexmî birayê min astengdare jî ji aliyê dadgehê ve bi lêdanê tê sûcdarkirin.

Xwişka Tuney Sevgî Tuney ji rojnameya Cûmhûriyetê re axivî û got, ji ber ku birayê wî li avahiya BDP’ê tevlî civînekê bûye, bi daxwaza perwerdeya zimanê dayîkê û reda wijdanî tevlî daxuyaniyek ya çapemeniyê bûye hatiye girtin. Tuney aşkera kir ku, birayê wê ji aliyê dozgeriyê ve bi lêdanê tê sûcdarkirin û wiha got: “Birastî jî ev gelek dil êşe, ji ber ku rewşa Kayhan ya astengdar li holê ye, weke din jî ya herî girîng Kayhan mirovek wisan nîne ku qet û qet zirarekê bide yekê… Di dadgeha dawî de parêzer hewilda Kayhan rake ser lingan û nîşanî dadger bide ka mirovek astengdar çawa dikare li yekê bixe. Di dawî de dîsan nehate berdan.”

Tuney da zanîn ku, birayê wê ev du sale tenê sê caran derxistine dadgehê, diyarkir ku dê 19’ê Kanûnê rûniştina çaremîn pêkwere. Tuney destnîşan kir ku, pêvajoya girtinê wana pir di êşîne, “Ji bo Kayhan, dema ku mirov şert û mercên girtîgehê tine berçav bi taybet jî ji bo kesekî astengdar pir zehmete. Ne di wê rewşê de ye ku di girtîgehê de pêwîstiyên xwe bixwe pêkbîne, ji bilî cil wergirtinê, neçare alîkariyê bistîne. Weke din jî du sale Kayhan ji dibistana xwe qutbûye ev jî tengasiyeke mezine.”

Tuney diyarkir ku, ji ber ku bê navber girtin çêdibin ji ber wê çendê di rûniştina 19’ê Kanûnê de hêviyên me yên berdanê pir kêmbûne, her wiha ji bo tevayî girtiyên bê maf têne darezandin daxwaza edaletê kir.