Xizmên Windayan aqûbeta Tekay pirsîn

ÎHD’ê û Xizmên Windayan aqûbeta Aydin Tekay ê li Amedê hate ‘windakirin’ pirsîn.

Çalakiya xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ket hefteya 582’emîn.

Ji bo çalakiya ku ji ber vîrûsa koronayê bi awayekî girseyî nayê lidarxistin, ji aliyê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gelek welatên ku bi darê zorê windabûn li wan çêbûne, heqîqet derketine holê û bi raboriyê re rûberîhevketin çêbûye û bi vê yekê êşa xizmên windayan û civakê hatiye kêmkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de windayên qirkirina ermeniyan, Dersimê û Darbeya 12’ê Îlonê hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku li gorî me xizmên windayan û parastvanên mafên mirovan çareseriya aqûbeta windayên bi darê zorê derxistina heqîqetê ya holê û rûberîhevketina raboriyê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de aqûbeta Aydin Tekay ku di 11’ê Nîsana 1984’an de li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.

Di daxuyaniyê de çîroka windabûna Tekay hat parvekirin û ji bo pêkanîna edaletê hat daxwazkirin ku kujerên wî bên dîtin.