Ji damezrînerên PJAK û KNK'ê Abdulrahman Hecî Ehmedî ku 18'ê Adarê li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, bi wesîleya roja 40'emîn a wefata xwe de li bajarokê Kløfta yê li nêzî paytexta Norwêc Osloyê bi çalakiyekê hate bîranîn.
Nûnerên gelek partiyên siyasî û welatparêz tevlî merasîmê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê Hevserokê PJAK'ê Emîr Kerîmî peyamek bi dîmen şand û li gel peyama Kerîmî sînevîzyonek li ser jiyana Hecî Ehmedî hate nîşandan. Di çalakiyê de Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî hate bîranîn.
Di merasîmê de bi navê malbatê peyama Şoreş Sofî hate xwendin û bi navê hevalên Hecî Ehmedî siyasetmedar Abdullah Hîcab û siyasetmedar û nivîskar Celalettîn Delîbaş axivîn. Di axaftinan de Ehmedî û Onder hatin bîranîn. Delîbaş got, "Ew hevrêyên Rêber Apo bûn."
Gelek sazî û rêxistinên siyasî jî peyam şandin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Yekîtiya Şoreşgeran û Saziya Yarsanan çend ji wan saziyan bûn.
Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran, Partiya Azadiyê ya Kurdistanê, Partiya Keskan a Kurdistana Iraqê û Tevgera Keskan a Ewropayê jî peyam şandin.
Di bîranînê de hunermend Welat Kobanê stran got.