Xaça Sor a Navneteweyî bal kişand ser kampên DAÎŞ’ê

Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî bi daxuyaniyeke nivîskî got: “Fikarên me hene ku bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ziyanê bidin sivîlan.”

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûriyeyê dewam dike. Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ya navenda wê li Cenevreyê ye ragihand ji bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriye û sînorê Tirkiyeyê rû dide bi fikar in.

Dîrektor Carbonî got: “Herêmên ku ji ber şer hejarî heyî û bi sed hezaran li nava kampan dijîn, îro dîsa carekî din bi şer re rû bi rû mane.

Corbîn malbat û çeteyên DAÎŞ’ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibîr xist û got: “Li Hesekê, Reqa, Dêra Zor, piranî Sûriyeyî Iraqî jî di nav de li kampan ji 100 hezarî zêdetir mirov dijîn. Tenê li Kampa Holê 68 hezar mirov hene ji vana ji her sê kesan du zarok in.”

Corbanî anî ziman ji ber şerê bi salan xelkê Sûriyeyê berdêlên giran dane û got: “Ji nîvê zêdetir tesîsên tenduristiyê yên Sûriyeyê naxebitin, yan jî beşek kar dikin. Nêzî 2 milyon zarok nikarin biçin dibistanê, ev ji bo siberoja welat astengî ne. Ji ber şer li Sûriyeyê ji her du welatiyan yek ji derveyî welat e yan ji ber şer ji warê xwe koç kiriye. Şerek rû bide wê vê rewşê kûrtir bike.”