Wezîrê Navxweyî: Êrîşkar girêdayî El Muhaberatê ne

Wezîrê Navxweyî: Êrîşkar girêdayî El Muhaberatê ne

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Muammer Guler got, yên ku li navçeya Reyhanli ya Hatayê bi wesayîtên tejî teqemenî êrîş pêkanîne girêdayî servîsa îstîxbarata Sûriyeyê El Muhaberatê ne.

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Muammer Guler got: “Rêxistina ku bûyer pêkaniye û kesên girêdayî wê hatin tesbît kirin. Yên ku êrîş pêkanîne girêdayî rejima Sûriyeyê û alîgirên îstixbaratê ne.”

Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay jî da diyarkirin ku, êrîşkar girêdayî El Muhaberetê ne û destnîşan kir ku, “Xebata têkildarî tesbît kirina kiryaran hema bêje xilas bû. Hatiye tesbît kirin ku rêxistin û kesên bûyer pêkanîne girêdayî rêxistina El Muhaberatê ne. Rêxistin jî diyare û kes jî qismek mezin diyarin. Tesbîta plaqeyê hatiye kirin. Teqez girêdana bûyerê bi koçber, muxalefetên Sûriyeyê re tuneye.”