Wezareta Navxweyî: 11 çekdarên Telîban hatin kuştin

Wezareta Navxweyî: 11 çekdarên Telîban hatin kuştin

Li Efxanistanê di operasyonên ku Hêzên Ewlekarî yên Efxanistanê û Hêzên Alîkariyê yên Navnetewî (ISAF) li welat lidar xistin de 11 çekdarên Telîban hatin kuştin û 5 birîndar bûn, herwiha 8 leşker jî dîl hatine girtin.

Wezareta Navxweyî ya Efxanîstanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, Hêzên Ewlekarî yên Efxanîstanê û Hêzên Alîkariyê yên Navnetewî (ISAF) li deverên cûda yên welat operasyon li dijî çekdarên Telîbana pêk anîne. Hate ragihandin ku, di operasyonan de 11 çekdarên Telîbana hatine kuştin û 5 birîndar bûne, herwiha 8 leşker jî dîl hatine girtin. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, operasyon li bajarên Nangarhan, Berwan, Qindiz, Qendehar, Logar, Hîrat û Helmnd pêk hatine.