Wezareta Karê Derve ya Îranê têkildarî Efrînê daxuyanî da

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Behram Kasimî têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê daxuyanî da û got, “Em hêvîdar in, ev êrîş di demeke kin de were sekinandin.”

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Behram Kasimî têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Hêviya Îranê ev e ku ev operasyon were sekinandin û pêşî li krîza li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê were girtin.”

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mehrê di daxuyaniyê de ev tişt hatiye diyarkirin: “Îran pêşveçûnên li Efrînê bi fikar dişopîne û hêviya Îranê ev e ku ev operasyon were sekinandin û pêşî li krîza li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê were girtin. Berdewembûna krîza li ser Efrînê wê bibe sedem ku komên tekfîr li bakurê Sûriyeyê xurt bibin û şerê li vê derê dibe ku zêdetir bibe.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser axa Sûriyeyê û hate gotin ku, “Em dixwazin hemû welat û Tirkiye jî tê de di meseleya Sûriyeyê de li gorî metodên siyasî yên wekî Astanayê tevbigerin û ji bo çareserkirina vê krîzê rol û berpirsyariya xwe bidomînin.”