Wesayîta polîsan pê li zarokekî 8 salî kir
Li Okmeydani ya Stenbolê wesayîta polîsan pê li zarokekî 8 salî kir.
Li Okmeydani ya Stenbolê wesayîta polîsan pê li zarokekî 8 salî kir.
Polîsan bi wesayîta Akrebê pê li zarokê bi navê Raşîd Oso yê 8 salî yê ji Sûriyeyê kir. Oso beriya bigihêje nexweşxaneyê di rê de can da. Şêniyên taxê ji ber ku wesayît bi lez diçû nerazîbûn nîşan dan.
Oso ligel malbata xwe ya hatibû serdana xizmên xwe û dema li Kolana Seyhanê bi bisiklêta xwe dilîst, wesayîta zirxî ya Akrebê pê li wî kir. Oso serê wî eciqî û di nav xwînê de ma. Dema ku Oso rakirin nexweşxaneyê, Oso di rê de jiyana xwe ji dest da.