Welatparêzê Kurd Mehmet Koldamca jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê Kurd Mehmet Koldamca yê ku bi navê Mamê Mihemed dihat naskirin di 11’ê Îlona 2018’an de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Welatparêzê Kurd Mehmet Koldamca yê ku bi navê Mamê Mihemed dihat naskirin di 11’ê Îlona 2018’an de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Mamê Mihemed di sala 1954 an de li herêma Êlîhê Qubînê ji dayîk bûye. Mamê Mihemed ferdek ji civaka Êzîdî ye û ji ber polîtikayên tunekirinê yê dewleta Tirk neçarî koçberiyê bû. Mamê Mihemed di sala 1985'an de tevî malbata xwe derbasî Almanyayê bûn.  

Ji kêliya ku Mamê Mihemed Tevgera Azadiyê nas dikir, bi awayekî çalak ji bo xwedîderketina nirxên xwe yên netewî û olî têkoşîn da meşandin. Mamê Mihemed nêzî 30 salan bêhempa li hemû qadan eşqa xwe yê azadiyê di serî de bi malbata xwe û gelê xwe parve dikir û ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyaye.

Mamê Mihemed di encama qezayek trafîkê de di 11ê Îlona 2018'dan de çû ser dilovaniya xwe.

Mamê Mihemed li ser şopa heqîqetê, ji bo jiyîna jiyanek azad kedkarê xeta welatparêziyê îfade dikir. Wî bi sekna xwe yê dilnizm, dilsoz,rûken û bi bîrdozî rihê Kurdewariyeke rasteqîn mîna parêzvanê rûmeta gelê xwe têkoşiya.

NAV-YEK, NÇDK Dûisburg û Bocholt, Mala Êzîdiya Wesel diyar kirin ku ew bi xemginîyeke mezin di serî de ji malbata Mamê Mihemed û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Sersaxî wê li Mala Êzîdiya Wesel, Ackerstrassê be.