‘Welatiyên sivîl di bin kavilên polîtîkayên hilweşiyayî de can da’
‘Welatiyên sivîl di bin kavilên polîtîkayên hilweşiyayî de can da’
‘Welatiyên sivîl di bin kavilên polîtîkayên hilweşiyayî de can da’
Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF), di derbare teqîna li navçeya Reyhanli ya Hayate pêk hat daxuyanî da. DODEF'ê diyar kir ku, ev teqîn encama polîtîkayên AKP'ê û Sûriyeyê ye û li ser van provokasyonan dixwazin Tirkiye mudaxaleyî Sûriyeyê bike.
Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF), di derbarê teqîna li navçeya Reyhanli ya Hayate pêk hat û 49 welatiyan jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek niviskî weşand. DODEF'ê anî ziman ku, ev teqîn encama polîtîkayên AKP'e û Sûriyeyê ne û ji ber polîtîkayên wan hilweşiya ev teqîn pêk hat.
DODEF'ê da zanîn ku, kesên ev êrîş pêk anîn bi awayekî zelal îfade nekirine. Lê tiştê zelal hilweşîna polîtikayên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ye û wiha got: "Ev encama hilweşîna polîtikayên AKP'ê yên li hemberî Sûreyeyê ne. Welatiyen sivîl di bin kavilên polîtîkayên hilweşiyayî de can dan. Li ser van provokasyonan dixwazin Tirkiye mudaxaleyî Sûriyeyê bike. Kesên bazirganiya şer dikin dixwazin her tim şer berdewam bike. Di vê pêvajoya gavên çasereriyê tên avêtin û muzakere destpê dikin ev teqîn fikaran zêde dike. Ev teqîn li dijî mirovahiyê ye. "