Wekîlên HDP’î li pêşiya Emniyeta Enqerê daxuyaniyek da

Parlementerên HDP’ê li pêşiya Emniyeta Enqerê ya ku siyasetmedar lê rehîn hatine girtin, daxuyaniyek da. Wekîlan got: “Yekane tişta bê kirin avakirina desthilatek bi ked û aştiyê bê avakirine. Ev jî bi têkçûna vê desthilatdariyê pêkan e.”

Parlamenterên HDP’ê ji bo çûn ber Emniyeta Enqereyê yên siyasetmedarên HDP’yî di binçavan de tên ragirtin û daxuyanî dan çapemeniyê.

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran axivî û got: “Di demokrasiya pêşketî de rojek ji rêzê. Welatiyek ji navçeya Şaxê ya Wanê ku wî ji helîkoptêrê avêtibûn jiyana xwe ji dest da. Rojek ji rêzê ya rêveberiya Tirkiyê. Bi rojane hevalên me yên parlementer, hevşaredarên me, xebatkarên partiya me bi awayek dijhiqûqî di binçavan de tên ragirtin.”

Tûran da zanîn ku bêyî ku tiştek bibînin çûne bûyeên 6 sal berê qewimîne lêkolîn kirine û ji bo zilm li mirovên me bibe destgîrkirîne. Tûran got ew ê hesabê vê yekê li cem wan nehêlin.

Tûran anî ziman ku xwedî derketina Kobanê ne ji bo HDP’ê tenê ji bo tevahiya cîhanê girîngbû û êdî hêcetek ji bo Kurdan û HDP’ê bibînin diçin serî li îdîayên pûç didin. Tûran bal kişand ser dijminatiya li ser HDP’ê tê birêvebirin û got: “Tevî van hemû tiştan, heke hûn difikirin ku hûnê bi van polîtîkayên xwe dijminatiya HDP’ê dikin li ser desthilatê bimînin, hûn carek din xwe dixapînin. Li gorî lêkolînên dawî jî xuya dibe ku wê ev desthilatdar jiyana xwe ji dest bide. Bi êrişên li dijî Kurdan û HDP’ê pirsgirêk çareser nabe. Çareserkirina bi rêya diyalog û muzakereyan mimkin e.”