Wekîlê Swêdî: Li Tirkiyeyê sekneke xurt a dijber heye

Wekîlê Swêdî Rîazat diyar kir, ku di dema serdana Tirkiyeyê de dîtiye, AKP'ê gelek kes mexdûr kiriye û li dijî vê yekê jî sekneke xurt heye.

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Danîel Rîazat destnîşan kir, ku li Tirkiyeyê dîktatorî heye, ev rewş dişibe Îran a salên 80'î, lê li dijî zextan sekneke xurt a dijber heye.

Danîel Rîazat ji bo weke çavdêr tevlî kongreya Egîtîm-Senê bibe û bi rêveberên HDP û rêxistinên civakî yên sivîl re rûnê, hefteya bihurî çû Tirkiyeyê.

Rîazat piştî serdana hefteyekê vegeriya Swêdê û li ser çavdêriyên xwe ji me re axivî.

Rîazat diyar kir, di kongreyê de bi giranî mijarên; rêbazên têkoşîna li dijî hikumeta AKP'ê, karê û barên ji bo qebûlkirina zimanê dayikê Kurdî, vegera mirovên piştî ragihandina rewşa awarte ji kar hatin avêtin, hatin nirxandin.

Rîazat ragihand, tevî tevlîbûna kongreyê ew bi parlamenterên HDP'ê, rêveberên KESK, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), rêxistinên Elewiyan, akademîsyen û rewşenbîran re rûniştiye û got, "Her kesê ez pê re axivîm got, alternatîfa yekane HDP ye. Bal kişandin ser girîngiya azadiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û HDP'yiyên din ên girtî."

'DIVÊ NAVÊ PKK'Ê JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ WERE DERXISTIN'

Parlamenter Rîazat anî ziman, wî gelek akademîsyen û kedkarên perwerdeyê yên ji kar hatine avêtin dîtiye û ji bo şert û mercên jiyanê yên kedkarên ji aliyê AKP'ê ve ji kar hatine avêtin got, "Ji ti cihî hatineyeke wan nîne. Sendîka gelekî kêm pere dide wan. Pasaportên wan hatine desteserkirin. Ti mafekî wan ê civakî nîne. Nikarin biçin, doktor û nexweşxaneyê. Li ber biryara avêtina ji kar rabûn. Li bendê ne ku dozên wan dest pê bikin."

Rîazat diyar kir, beşek ji kedkarên ji kar hatine avêtin weke 'terorîst' û desteka ji bo 'rêxistinên cihêkar' tên sûcdarkirin û wiha dewam kir: "Gelekî girîng e ku navê PKK'ê ji nava lîsteya rêxistinên terorê were derxistin. Hikumet, mûxalîfan bi terorîstbûnê, bi alîkariya ji bo PKK'ê sûcdar dike. Weke Partiya Çep em ê vê mijarê ji nû ve bixin rojeva raya giştî ya Swêdê."

'GIRÎNGIYA PIRSGIRÊKA KURD HATIYE FÊHMKIRIN'

Rîazat anî ziman, di dema serdanê de wî dîtiye bê girîngiya pirsgirêka Kurd çiqasî di nava civakê de hatiye fêhmkirin û got, "Akademîsyen, mamoste têkoşîna Kurdan fêhm dikin û bi vê fêhmdariyê nêz dibin. Ev yek bi zelalî anîn ziman."

'JI BER KU DESTEK NEDA HDP'Ê, MIN CHP RED KIR'

Rîazat axaftina xwe wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê dîktatorî heye. Îslamiyên siyasî û neteweperestên tund bi hev re dixebitin. Rewşa Tirkiyeyê dişibe rewşa Îranê ya salên 1980-81'ê. Lê belê bi saya HDP'ê sekneke xurt a dijber heye. Bi saya HDP'ê gelek kes ji aliyê siyasî ve zana bûn. Sosyal demokrat li ser xeteke neteweperestiyê dimeşin. Hin parlamenter gavan davêjin, lê belê ji aliyê giştî ve helwestekê li dijî AKP'ê nikarin nîşan bidin. Di dema danûstandinên li parlamentê de ez li parlamenterên CHP'ê rast hatim. Xwestin ku hevdîtinê bikin. Min qebûl nekir û ji wan re got, ku heta destekê nedin HDP'ê ez ê bi wan re rûnenêm. Min dît ku sendîka jî rexneyên giran li CHP'ê dikin."