Parlamenterê Swêdî li dijî tecrîdê dikeve greva birçîbûnê

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat diyar kir, ji bo piştevaniya bi Leyla Guven û berxwedêrên li zindanan ên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, wê roja Înê li Parlamenta Swêdê dest bi greva birçîbûnê bike.

Parlamenterê Swêdî bi vê armancê daxuyaniyek ji medya Swêdê re şand û bi bîr xist, Leyla Guven a ku 7'ê Mijdara 2018'an dest bi greva birçîbûnê kir, 114 roj in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û çalakî li çar aliyên cîhanê belav bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tenê daxwazeke çalakgerên greva birçîbûnê heye. Ew jî; bidawîbûna kiryarên dewleta Tirk ên li derveyî mirovahiyê yên li dijî Kurdan û bidawîbûna tecrîdkirina lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Mafê bingehîn ê Ocalan tê binpêkirin. Ji sala 2011'an û vir ve destûr nayê dayin ku parêzerên xwe bibîne. Hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re pîvaneke hiqûqê ye ku li tevahiya dinyayê hatiye qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, roja 1'ê Adarê wê li girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan greva birçîbûnê dest pê bike û hate gotin, "Ji ber vê yekê, ji bo parastina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, ji bo piştgiriya bi Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê re em dikevin greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan."

Endama Desteya Rêveberiya Forûma Navneteweyî ya Çep Yekbûn Alp û Parlamenter Riazat wê bi hev re dest bi greva birçîbûnê bikin.

Riazat û Alp wê saet 16'an li avahiya parlamentê civîneke çapemeniyê li dar bixin û piştre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê greva birçîbûnê bidomînin.

ÇALAKIYÊN PIŞTGIRIYÊ DEWAM DIKIN

Di vê navberê de çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê re dewam dikin.

Li bajarên Stockholm û Malmo yên Swêdê bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin û li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê agahî ji raya giştî re hate dayin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo çalakiya roja Şemiyê ya li Stockholmê banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan û dostên wan kir.