'Weke çareya dawî dest bi çalakiyên xwekujiyê kirin'
'Weke çareya dawî dest bi çalakiyên xwekujiyê kirin'
'Weke çareya dawî dest bi çalakiyên xwekujiyê kirin'
Çeteyên DAIŞ'ê di demên dawî de bi wesayîtên bombebarkirî û êrîşkarên xwekuji re, dikevin nava hewldanên êrîşan. Ev êrîşên çeteyên DAIŞ'ê weke çareya dawî tên nirxandin. Şervanên di "operasyona paqijkirinê" ya li başûrrojhilatê bajêr hatiye destpêkirin de cih digirin dibêjin, "Çeteyên li pêşberî operasyonên me tengav bûne, bombeyan bi xwe ve girê didin û çalakiyên xwekujiyê lidar dixin. Operasyonên me wê heta paqijbûna Kobanê ji çeteyan, dewam bikin."
Êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ket roja 84'an. Şervanên YPG/YPJ'ê di rojên dawî de derbên giran li çeteyan dixin. Wesayîtên bombebarkirî û êrîşkarên xwekuj ên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatin îmhakirin û bajar gav bi gav ji çeteyan tê paqijkirin.
Tevgera paqijkirina bajêr ji çeteyan jî, bi giranî li başûrrojhilatê bajêr pêk tê. Di operasyona li Taxa Boatan Şerqî ya li başûrrojhilatê bajêr de pêr herî kêm 22 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin 18 ji cenazeyên wan ketin destê YPG'yiyan. Di operasyona mijara gotinê de hejmarek zêde ji çek û cebilxane jî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatin desteserkirin. Di dema operasyonê de, çeteyên DAIŞ'ê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşê bikin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên bi wesayîtê hesiyan, ew îmha kirin.
JI BO RIZGARKIRINA EBÛ HEMZA HER TIM FERMANAN DIDIN
Me pevçûnên li vê herêmê û pêş ve çûna YPG'ê yekser dîtin. Li gorî beriya çar rojan, şervanên YPG/YPJ'ê me dîtin ku bi 6 kolanan bi pêş ve çûne, li herêma mijara gotinê gelek cenazeyên çeteyên DAIŞ'ê dîtin. Her wiha dikare were gotin ku ji serçeteyên DAIŞ'ê Ebû Hemza yê pêr hat kuştin, ji bo DAIŞ'ê kesekî girîng bû. Em hîn bûn ku ji bo rizgarkirina Ebû Hemza ji cîhazên ragihandinê yên DAIŞ'ê her tim ferman dihat dayîn ku çete biçin herêmê û wî rizgar bikin. Tê dîtin ku piraniya çeteyên li herêma mijara gotinê hatin kuştin Çeçen û Azerî ne. Belgeyên li ser van hatin peydakirin jî vê piştrast dikin.
Li başûrrojhilatê bajêr tê dîtin ku çeteyên DAIŞ'ê bi xurtî hatine şikandin û çete ketine pozîsyona parastinê. Hewldanên çeteyan ên bi wesayîtên bombebarkirî û êrîşkarên xwekuj, ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve tên pûçkirin.
'ÇETEYÊN TENGAV BÛNE ÇALAKIYÊN XWEKUJÎ LIDAR DIXIN'
Şervanê YPG'ê Farûk Kobanê yê di nava operasyona paqijkirina Taxa Botana Şerqî de cih digire agahî da û got, "Çeteyên li pêşberî operasyonên me tengav bûne, bombeyan bi xwe ve dikin û dest bi çalakiyên xwekujiyê dikin. Di operasyona duh êvarê de du bombeyên zindî ji aliyê hêzên me ve hatin têkbirin. Yek ji êrîşkaran bêbandor hat kir û bombeyên li ser ketin destê hêzên me. Yê din jî dema dît ji aliyê hevalên me ve hatiye dorpêçkirin, bombeya li xwe teqand û xwe îmha kir."
'OPERASYONÊN ME HETA HERÊM JI ÇETEYAN BÊ PAQIJKIRIN WÊ DEWAM BIKIN'
Şervanê YPG'ê Farûk Kobanê da xuyakirin ku çeteyan her wiha hewl dane bi wesayîta bombebarkirî êrîşê bikin, lê bi ser neketine û got, "We jî dîtin; berî niha bi kêliyekê xwestin bi wesayîteke bombebarkirî êrîşekê bikin. Çeteyên ku li pêşberî operasyonên me derbên giran xwarine, weke çareya dawî serî li çalakiyên bi vî rengî didin. Operasyonên me wê heta paqijkirina Kobanê ji çeteyan dewam bikin. Bila gelê me hêviya xwe xurt bike, şervanên YPG û YPJ'ê bi moraleke mezin şer dikin. Rojên dawî yên çeteyan e. Di dema herî kurt de em ê Kobanê azad bikin."
'EM JI GELÊ XWE GELÊ ME JI ME BAWER DIKE'
Şervanekî din ê YPG'ê Sîdar ê di heman operasyonê de cih digire got, "Di operasyona duh êvarê de komeke çeteyan hewl da bombeyên li ser xwe, di nava gelê me de biteqîne. Hêzên me bi xurtî li wan dan û weke ku hûn jî dibînin cebilxaneyên wan û 18 cenazeyên wan ketine destê me. Ji bo rizgarkirina emîrekî xwe yê me dor lê girtibû, gelekî hewl dan lê me beşeke mezin a hêzên wan a li Botana Şerqî îmha kirin. Em ji gelê xwe, gelê me ji me bawer dike, hêzê dide me. Di demeke nêz de wê li Kobanê çeteyek jî nemîne. Em ê Kurdistaneke azad diyarî gelê xwe bikin."