Weber: Ger bibim serok ez ê pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê biqedînim

Serokê Koma Partiya Gel a Ewropaya Manfred Weber ku ji bo serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropa namzetiya xwe eşkere kir wiha got; “Ger ez bibim serokê YE, ez ê dawî li pêvajoya endamtiyê ya bi Tirkiyeyê re bînim.”

Sala 2019’an wê ji bo Parlamentoya Ewropa hilbijartin werin kirin. Îhtimal heye ku di hilbijartinan de Partiya Gel a Ewropa (EVP) ya mûhafazakar piraniyê bi dest bixe. Serokê Koma EVP Manfred Weber jî ji bo serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropa(YE) namzetiya xwe eşkere kiribû.

Serokê niha yê Komîsyona YE Jean-Claûde Jûnker ji bo dema bê ragihandibû ku wê nebe namzet. Endamê Yekîtiya Civaka Xiristiyan yê Elman (CSU) Weber di hevpeyvîna xwe ya yekem de got dema ku bibe serokê YE wê ji Jûncker siyasetekî cûdatir bimeşîne.

Weber ji rojnameya Der Standard a Avûstûrya re axivî û bi taybet rexne li siyaseta Jûncker a bi Tirkiyeyê re kir û got ger bibe serok wê dawî li pêvajoya endamtiyê ya bi Tirkiyeyê re tê meşandin bîne. Weber soz da ku wê di navbera welatiyên YE û Ewropayê de pirekî hê bihêztir ava bike û bi domdarî wiha got;

“Mînak ez ê pirseke wiha ji welatiyan bikim, “Hûn dixwazin Tirkiye bibe endamê YE?”. Ji niha ve ez vê sozê didim mirovan; Dema ku we ez hilbijartim û we EVP hilbijart ez ê dawî li muzakeriyên bi Tirkiyeyê re bînim. Li cihê vê jî ez ê bi Tirkiyeyê re hevdîtinên hevkariyê destpê bikim.”