Wê li Hozan û Keskînê hilbijartin ji nû ve bê kirin

Li ser îtirazên AKP’ê wê li navçeya Hozan a Denîzlî û navçeya Keskîn a Kirikkaleyê hilbijartin ji nû ve bê kirin.

Li navçeya Hozan a Denizliyê di hilbijartina 31’ê Adarê de namzetê HDP’ê Yuksel Kepenek 9 hezar û 389, rikberê wî yê AKP’yî Tûrgût Devecîoglû 9 hezar û 381 deng bi dest xistibû.  Li ser îtiraza AKP’ê  dengê 41 sindoqan ji nû ve hate hejmartin,  ji bob Kepenek 9 hezar 387 deng ji bo Devecîoglû jî 9 hezar û 384 deng bi dest xist, ferqa navbera wan daket 3 dengan. Li ser îtirazên AKP’ê û CHP’ê yaj ibo encamên hilbijartinê ya ji bo desteya hilbijartinê ya navçeyê dengên betal ên 13 sindoqan ji nû ve hate hejmartin û ferqa dengên navbera wan daket 1’ê.

Herî dawî AKP2ê bi îdîaya 5 kesan bi ‘sînordar’ deng bikar aniye serî li YSK’ê da. YSK’ê hilbijartin betal kir.