Wê koma nû greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire
Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.Wê koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr bigire.
Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.Wê koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr bigire.
Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê piştî salek û nîv dîsa çalakiyên greva birçîbûnê di rojevê de ne. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên cuda tên ragirtin li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinan mafan ên li girtîgehan diqewimin, di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dan destpêkirin.
Piştî ku pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015’an de ji aliyê AKP’ê ve hat qedandin, hevdîtin û têkiliya bi Ocalan û sê girtiyên li gel wî re hatin qutkirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û bû pêşengê vê çalakiyê ku li çar aliyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û dinyayê belav bû. Bi hezaran girtî piştgirî dan çalakiya Guven û van hevdîtinan kir ku parêzer Newroz Ûysal û Rêzan Sarica 5 caran bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Herî dawî parêzer di 7’ê Tebaxa 2019’an de çûn hevdîtinê û ji wê rojê şûn ve destûra parêzeran nayê dayîn.
Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 3’ê Adara 2020’an de çû Îmraliyê û hevdîtinek rûbirû kir. Di 27’ê Nîsana 2020’an de ji ber nexweşîna vîrûsa koronayê piştî 21 salan cara yekem Ocalan mafê telefonê bi kar anî û telefonî malbata xwe kir.
Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê kom bi kom bi dema 5 rojan bêdawî û dorveger vê çalakiyê bi rê ve dibin. Çalakî li gelek girtîgehên cuda dest pê kir û wê sibê koma duyemîn çalakiyê ji koma pêşîn dewr bigire.
Ji ber vîrûsa koronayê ku ku parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinan nayê zanîn li kîjan girtîgehan û çend girtiyan dest bi çalakiyê kiriye.
Li hin girtîgehan navê girtiyên di koma ewil de cih girtin wiha ne:
Li Girtîgeha Vezîrkopru ya Samsûnê ya Tîpa M Huseyîn Koç, li Girtîgeha Rihayê Tîpa T Erkan Bayrak, li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind Îhsan Bûlût û Muzaffer Acû, li Girtîgeha Bakirkoyê ya Tîpa L, Lorîn Înanç, li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimara 1’an Mehmet Askerî Dûman, Li girtîgeha Sîncana Enqereyê Saadet Akin, Necla Yildiz û Arjin Yuksekbag, li Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F Mehmet Emîn Urper, Şukru Çîçek, Sabah Dayan û Serhat Çagli, li Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê ya Tîpa T Nûrcan Aslan, Hatîce Kaymak û Fatma Bese, li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Tîpa F Sertaç Kiliçarslan, Ozan Alpkaya û Abdullah Gunay, li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Jimara 1’an Tîpa F Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel û Seher Orûç.