Wê hevkariya Rheînmetallê ya bi artêşa Tirkiyê re bidome?

Li gel pêdakiriyên rêveberiya Merkel ên li ser rejîma Erdogan, hate diyarkirin ku fîrmaya Elman Rheînmetall projeyên xwe yên bi artêşa Tirkiyê re nedane rawestandin. Diyar bû ku her çendî Berlînê rê jê re vekiriye jî vê carê jî Enqerê bersiv nedaye.

Heta niha di navbera fîrmaya beravaniyê Rheînmetall a Elman a herî navdar û Saziya Endustriya Mekîne û Kîmyeyê (MKEK) a Tirkiyê de derbarê hilberîna cebilxaneyê û nûjenîkirinê gelek peyman hatine danîn. Di nav projeyê de nûjenîkirina tankên Leopard û cebilxaneya balafirên şer ên Tirk derdiketin pêş.

Li gorî pêşpeymana ku 2015’an bi MKEK’ê re diviya 2016’an dest bi hilberandina moşekên navîcî yên ji bo balafirên F-16’ê bihatana kirin. Dîe Welt di hejmara xwe ya îro de diyar kir, li gel ku Berlînê rê vekiriye jî hê jî Rheînmetallê ji Tirkiyê destûra hewce nestandiye.

Berdevkê Rheînmetallê ku ji rojnameyê re axivî derbarê bê ka çima Tirkiyê bersiv nedaye nexwest ku bersivê bide. Dîe Welt jî sedema nehatina bersivê bi krîza dawî ya Elman- Tirkiyê ve girêdide.

Armanca projeyên Misteşariya Berevaniyê ya Sanayiyê ya Tirkiyê ya bi fîrmaya Elman re ew e ku artêşa Tirkiyê bêyî ku girêdayî derve be bikaribe cebilxaneya xwe hilberîne. Her wiha Rheînmetall ku li Elmanya mezintirîn fîrmaya hilberandina çekan e, bêyî ku destûra hikûmeta Elman hebe jî, ji ber sedema endamtiya Enqerê ya bi NATO’yê re dikare bi Tirkiyê re bixebite.

Şefê Rheînmetallê Armîn Papperger beriya niha gotibû ew nakevin nav gotebêjiyên polîtîk û ew planên xwe bi domdirêjî datînin. Elmanya heta 2013’an bi sedan tangên Lepord firotibûn Tirkiyê.

RHEÎNMETAL DIXWAZA ALTAYÊ HILBERÎNE!

Veberhênana Rheînmetallê ya li Tirkiyê jî balê dikişîne. Herî dawî ji Elmanyayê Rheînmetall û fîrmaya hevpar a Tirk-Qetarê BMC û RBBS ku ji Malezyayê Holdîng Etîka hevkarê wê ne gotibûn ku ew ji artêşa Tirk dikarin tangên bi navê ‘Altay’ hilberînin.

Ji bo projeyê gelek fîrmayan xwe di ber re kriiye lê hikûmeta AKP’ê hê diyar nekiriye bê ka ew ê îhaleyê bide kê. BMC ya bi hevkariya Tirk-Qetarê li gel vê projeyê ji ho hilberandina wesayitên zirxî, sîstemên berevaniyê û sanayiya berevaniyê bi Rheînmetallê re peyman danîbû.