'Wê bibe sedsala Kurdan û gelên Rojhilata Navîn'
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, civîna gel hat lidarxistin. Gur ê HDP'yî li civînê axivî û banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê kir.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, civîna gel hat lidarxistin. Gur ê HDP'yî li civînê axivî û banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê kir.
Alîkarê berê yê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nazmî Gur, ku ji bo weke şahidekî beşdarî doza welatparêzên Kurd ên bi îdîaya berhevkirina alîkariya madî ji bo Roj TV û PKK'ê tên darizandin bibe li Danîmarkayê ye, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd duh beşdarî civîna gel bû.
Civîn li Kopenhagenê pêk hat û ji bo silavkirina berxwedana li Bakurê Kurdistanê bi sedan kes beşdar bûn. Di civînê de rewşa dawî ya li Kurdistanê hat nirxandin.
'WÊ BIBE SEDSALA ME'
Gur got, "Bi yekîtiya hêza dilxwaz û demokratîk a gelan, bi rêveberiya xwe dispêre gel, bi xwerêveberiyê û bi meclîsên xwe re em ê vê têkoşînê bi ser bixînin. Sedsala 21'an wê bibe sedsala me. Bi neteweya demokratîk, modernîteya demokratîk re wê tevî gelên Rojhilata Navîn ev sedsal bibe ya me, bibe sedsala gelan."
Gur nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û anî ziman, komploya navneteweyî hatiye pûçkirin.
Nazmî Gur ê HDP'yî di dewama axaftina xwe de berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê nirxand û bang li ge û saziyan kir ku bi xurtî xwedî li vê berxwedanê derkevin.