Wan ji Nobeta Wijdan û Edaletê re amade ye
‘Nobeta Wijdan û Edaletê’ ya ku HDP’ê li Amed û Stenbolê dabû lidarxistin, sibê jî li Wanê dest pê dike.
‘Nobeta Wijdan û Edaletê’ ya ku HDP’ê li Amed û Stenbolê dabû lidarxistin, sibê jî li Wanê dest pê dike.
Amadekariyên ‘Nobeta Wijdan û Edaletê’ bi dawî bû ya ku wê sibê li Wanê were lidarxistin. Têkildarî Nobeta Wijdan û Edaletê li avahiya bajêr a HDP’ê ya Wanê civîna çapemeniyê hate lidarxistin.
Hevseroka HDP’ê ya Wanê Gulistan Orhan, Wekîlê Hevseroka DBP’ê ya Wanê Çetîn Ergîn, parlementerê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan û parlementerê HDP’ê ya Batmanê Mehmet Alî Aslan beşdarî civînê bûn.
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan di civînê axivî û got, “Nobeta Wijdan û Edaletê piştî Amed û Stenbolê wê sibê li Wanê dest pê bike. Em hemû ronakbîr, nivîskar, saziyên civakî û gel vedixwînin çalakiya xwe. Wê nobeta me 7 rojan bidome. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Daxwaza me ya edaletê daxwaza 80 milyon kesan e.”
Piştî Botan parlementerê HDP’ê yê Batmanê Mehmet Alî Aslan jî axivî û got, “Gelê me piştgiriyeke mezin da nobetên me yên li Amed û Stenbolê. Li hemberî mexdûrkirina 80 milyon kesan, me Nobeta Edalet û Wijdanê da destpêkirin. Her çiqas hikumet dixwaze vê nobetê asteng bike jî, kesên bi wijdan divê peywira xwe bi cih bînin. Ji ber vê jî em gelê Wanê vedixwînin nobeta xwe ya sibê.”