Wallstrom: Eger alî bixwazin em dikarin tevkariyê li hewldanên aştiyê bikin
Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom a bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş re civîna çapemeniyê ya hevpar pêk anî got: “Eger alî bixwazin bi awayekî çêker dikarin tevkariyê li hewldanên aştiyê bikin.”
MURAT KUSEYRÎ
STOCKHOLM / ANF
pêncşem, 20 gelawêjê 2015, 16:40
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî bi Wezîra Karên Derve yê Swêd Margot Wallstrom re hevdîtin pêk anî li avahiya Serokwezîrtiyê bi Wallstrom re di civîneke çapemeniyê ya hevpar de axivî, ji bo xwîna diherike raweste banga agirbestê li PKK’ê û hikûmeta Tirk kir. Wallstrom jî got: “Eger alî bixwazin bi awayekî çêker dikarin tevkariyê li hewldanên aştiyê bikin.”
Demîrtaş di axaftina xwe de diyar kir ku ji nû ve destpêkirina şer xemgînî ye û wiha axivî: “Me timî ev agirbest kir. Divê mutleq ji nû ve vegerin şert û mercên agirbestê. Divê teqez çek bêdeng bibin û alî ji nû ve vegerin maseya muzakereyê, maseya diyalogê.
Demîrtaş ê piştî axaftina xwe bersiv da pirsên rojnamevanan got ku piştî Serokkomarê Tirkiyeyê biryara hilbijartina pêşwext bide, biryar girtine di hikûmeta hilbijartinê de cih bigirin.
Li ser pirsa nûçegihanê Radyoya Dewletê ya Swêd a ji bo li Tirkiyeyê ji nû ve hevdîtinên aştiyê destpê bikin Swêd dikare çi bike, Wezîra Karên Derve ya Swêd Margot Wallstrom diyar kir ku Swêd dikare bikaranîna têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji partiyên siyasî bixwaze ji nû ve hevdîtinên aştiyê destpê bikin, ji serokên partiyan rica bikin ku ji bo ev pêk bê biaxivin.
Li ser pirsa nûçegihanê radyoyê ya Swêd difikire di hevdîtinên aştiyê de navbeynkariyê bike yan na, Wallstrom got eger alî bixwazin bi awayekî çêker dikarin tevkariyê li hewldanên aştiyê bikin
Medyaya Swêd eleqeyeke zêde nîşanî civîna çapemeniyê da. Hin TV û rojnameyan bi Demîrtaş re roportajên taybet pêk anîn.