Vêcarê DMME’yê top avêt ber Dadgeha Makezagonê
Vêcarê DMME’yê top avêt ber Dadgeha Makezagonê
Vêcarê DMME’yê top avêt ber Dadgeha Makezagonê
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) cara yekem serlêdaneke ji Tirkiyeyê nirxand û şertê pêwîste li Dadgeha Makezagonê “rêyên hiqûqa navxweyî nemînin” da. Lê belê dê DMME di biryara xwe ya duwem de ragehîne ku, ka di Dadgeha Makezagonê de “rêya bibandor ya hiqûqa navxweyî” maye an ne maye.
DMME’yê da diyarkirin ku, serlêdanên takekesî bo Dadgeha Makezagonê bi madeyên Hevpeymana Mafê Mirovan ya Ewropayê ve hevsenge, herwiah di Çileya 2013’an de serlêdana takekesî bi hinceta ku “rêyên hiqûqa navxweyî xilas nebûne” redkiribû. Bi vê biryara Dadgeha Strasbourgê bû şert ku êdî di derbarê binpêkirina mafên takekesî û azdiyê yên li Tirkiyeyê beriya ku bînin rojeva DMME’yê pêwîste serî li Dadgeha Makezagonê bidin. Lê belê DMME’yê hêjan sîstema serlêdana takekesî bo Dadgeha Makezagonê jî weke “rêya bibandor ya hiqûqa navxweyî” nedîtiye. Di biryara dadgehê ya li hemberî 2 dengan bi 5 dengan hatî girtin, di mijara serlêdanên takekesî bo Dadgeha Makezagonê ka “rêyên bibandor yên hiqûqa navxweyî” mane yan na bibîrxist ku mukeleftiya çespandina vê “aydê hikumeta Tirk û Dadgeha Makezagonê ye.”
Pêwîste biryarên ku ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve têne girtin hevsengê hiqûqa navxweyî ya Hevpeymana Mafê Mirovan ya Ewropayê û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê bin. Ger biryarên ku Dadgeha Makezagonê digire ne hevsengî hiqûqa navxweyî ya DMME’yê bin, rîska ku DMME’ biryara “Pêwîst nake serlêdanên takekesî bo Dadgeha Makezagonê çêbibin.” Heye